Şandeyeke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Silêmaniyê hevdîtin pêk anîn

Şandeyek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi rêxistinên jinan re civiyan.

Şandeyeke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Silêmaniyê hevdîtin pêk anîn
3 nîsan, 2023   19:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya jinan ku ji seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed, nûnera Kongra Star a Başûrê Kurdistanê Roza Hesen, endama Desteya Îdarî ya Nûnertiya Kongra Star Silava Silêman pêk tê, bi Yekitiya Jinên Kurdistanî re, li navnenda yekitiyê ya bajarê Silêmaniyê civiya.

Şandeyê bi seroka Yekitiya Jinên Kurdistanê Kafiya Silêman, endama Nivîsgeha Têkiliyan a yekitiyê Kenîr Abdullah û berpirsa Nivîsgeha Çapemaniyê ya yekitiyê Seywan Selîm û endamên yekitiyê re civiya.

Di hevdîtinê de, her du aliyan diyar kir ku civînên navbera jinên Rojava û Başûrê Kurdistanê de pir girîng in, da ku dozên hevpar ên jinan û girîngiya rola jinê ya esasî di hemû aliyên jiyanê de nîqaş bikin.  Her wiha anîn ziman ku ji bo parastina destekftiyên jinan li her çar aliyên Kurdistanê têkiliyên navbera rêxistinên jinên Kurd girîng in.

Di heman çarçoveyê de şandeyê bi rêveberiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Talar Letîf re civiyan.

Di hevdîthevdîtinê de, behsa rewşên siyaysî ya heyî, rewşa jinên Kurdistanê û giringiya rola wan a sereke di hemû aliyên siyasî, çandî û îdarî de hat kirin.

Li aliyekî din hat diyarkirin ku divê konferansa 3'yemîn a jinên Kurdistanî were lidarxistin, têkiliyên navbera rêxistinên jinên Kurd xurt bikin.  Her wiha hate gotin ku bi yekitiya jinan dê yekitiya Kurdistanî jî pêk bînin.

(dm)

ANHA