Di çarçoveya têkoşîna dijî hişbirê de turnuveya kişkê li dar xistin

Di çarçoveya têkoşîna li dijî madeyên hişbir de, Yekitiya Ciwan û Werzîşê ya herêma  rojava ya Dêrazorê turnuvayeke kişikê li dar xist.

Di çarçoveya têkoşîna dijî hişbirê de turnuveya kişkê li dar xistin
Di çarçoveya têkoşîna dijî hişbirê de turnuveya kişkê li dar xistin
Di çarçoveya têkoşîna dijî hişbirê de turnuveya kişkê li dar xistin
Di çarçoveya têkoşîna dijî hişbirê de turnuveya kişkê li dar xistin
Di çarçoveya têkoşîna dijî hişbirê de turnuveya kişkê li dar xistin
Di çarçoveya têkoşîna dijî hişbirê de turnuveya kişkê li dar xistin
3 nîsan, 2023   16:04
DÊRAZOR

Turuvaya kişikê bi beşdariya 14 lîstikvanan li hola werzişê ya rojavayê Dêrazorê pêk hat. Endamên Komîteya Werzîş û Ciwanan ya Mevlisa Sivîl a Dêrazorê û endamên Yekitiya Werzîşê ya rojavayê Dêrazorê amade bûn.

Turnuva li gorî sîstema Swîsrayê hat organîzekirin. Li gorî vê sîstemê jî turnuve ji 7 toran pêk tê,  dema her torekê 20 deqe ye. Di dawiyê de nuqteyên her lîstikvanekî  tên komkirin û xwediyê nuqteyên herî zêde tê diyarkirin.

Di dawiya turnuvayê de, lîstikvanên bi navên Wail El Ehmed bû yekem, Ezam El Salim bû duyem, Fayiz El Hemûd bû sêyem, Ziyad El Mektûm bû çarem û Xalid Mensûr bû pêncem.

5 lîstikvanên ku bi ser ketine wê beşdarî turnuveya bê ya li ser asta Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê bibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya herêma rojava ya Dêrazorê di 27'ê Adara borî de pêngavek ji bo hişyarkirina ji metirsiyên madeyên hişbirê ragihand. Pêngav dê 2 mehan bidome.

(mh)

ANHA