Firqeya 4ʹan dest danîne ser alîkariyan

Firqeya 4'an a hikumeta Şamê rê nade alîkariyên ku şêniyên bajarê Silêmaniyê û yên kantona Kobanê ji bo mexdûrên erdhejê yên Heleb û Şehbayê şandine, bigihêjin mexdûran.

Firqeya 4ʹan dest danîne ser alîkariyan
3 nîsan, 2023   14:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 29'ê Adara borî de 30 kamyonên barhilgirên alîkariyên mirovî yên ku xelkê bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê û yên Kobanê ji bo mexdûrên erdhejê şandibûn di dergehê Tayihe re yê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de ber bi  Heleb û Şehbayê ve ketin rê.

Heta niha alîkarî negihiştin taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê.

Çavkaniyeke teybet ji hêzên hikumeta Şamê li dergehê Tayihe da zanîn ku Firqeya 4ʹan karwanên desteser kirine.

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Efrîn û Şehbayê ji ajansa me re diyar kir ku alîkariyên ku şêniyên Silêmanî û yên Kobanê ji bo mexdûrên erdhejê şandine hê jî negihane wan.

Rêveberiya Xweser di 29'ê Adara borî de bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku hikumeta Şamê 21 rojan alîkarî asteng kirin û piştre destûra derbasbûnê da.

 (mh)

ANHA