​​​​​​​Rojnameyên erebî: Pêwîst nake Esed dev ji Îranê berde ji bo ku vegere nav Ereban

Îhtîmala tevlêbûna Sûriyeyê di civîna dewletên Ereban a bê de, aloziya petrol ya cîhanê û kar û barên Lîbyayê bûn rojeva rojnameyên erebî yên îro.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Pêwîst nake Esed dev ji Îranê berde ji bo ku vegere nav Ereban
3 nîsan, 2023   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PIŞTÎ TEHRAN Û ENQEREYÊ RIYAD RÊYEKÊ JI ŞAMÊ RE AMADE DIKE’

Girêdayî rewşa Sûriyeyê rojnameya El Ereb wiha nivisî: “Dema di navbera lidarxistina civîna dewletên Ereban a li Cezaîrê de ku 1`ê Mijdara 2022`yan li dar ketiye û nekarî Sûriyeyê tev lê bike û civîna 32`yan ku çaverê ye 19`ê Gulana bê li Riyadê li dar bikeve, kurt e. Lê tê payîn ku Riyad mijara tecrîdkirina Şamê bi dawî bike. Îhtîmaleke mezin heye ku vexwendname ji serok Beşar El Esed re bê şandin da ku tev li civînê bibe.

3 çavkaniyên agahdar ji Reuteresê re got Erebistana Siûdî plan dike ku El Esed vexwîne civînê. 2 çavkaniyan jî ragihand ku wezîrê karên derve yê Siûdiyê mîr Feysel Bin Ferhan di çend hefteyên bê de dê serdana Sûriyeyê bike û vexwendnameyeke fermî radestî El Esed bike ji bo ku tev li civîna Ereban bibe.

Berdevkê sekreterê giştî yê Komkara Erebî Cemal Ruşdî diyar kir ku komkar ji her gavekê ne agahdar e ku li ser asta dualî di navbera dewletên Ereban de têne avêtin.

Li gorî pêşbînan, ne gengaz e ku lêvebûna Ereban ber bi Sûriyeyê ve, derfeteke guncawtir ji bo çareseriya Sûriyeyê peyda bike. Lê dîsa jî, ev xeta ku Riyad, Ebû Zabî û dewletên din ên herêmê ku li gorî berjewendiyên xwe û parastina ewlehiya xwe xêz kirine, naguhere.

Li gorî çavdêran jî, ji El Esed nayê xwestin ku dev ji hevbendiya xwe bi Îranê re berde yan jî li beramber ku vegera nava Ereban, dev ji hembêza Îranê berde. Tenê jê tê xwestin ku berjewendiya Sûriyeyê li ku derê be û li kîjan alî be, biçe wir. Ev tişt ji Îranê re jî hatiye pêşkêşkirin.”

‘EREBISTANA SIÛDÎ Û DEWLETÊN HILBERÎNERÊN PERTOLÊ HILBERANDIN KÊM KIR’

Der barê aloziya petrolê ya li cîhanê de rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Li gel nezelaliya bikêrhatina aboriya cîhanî ku di nava qeyranên mezin ên bankan de ye, Erebistana Siûdî û dewletên din ên Ereban, hilberandina petrolê heta milyonek bermîl di rojê de, kêm kir.

Beriya civîna OPEC+ ku çaverê ye îro li dar bikeve, Erebistana Siûdî ragihand ku dê ji 1`ê Gulanê ve hilberandinê heta 500 hezar bermîl di rojê de, kêm bike.

Dûre yekser Kiwêt, Iraq, Eman û Cezaîrê jî ragihand ku dê hilberînê kêm bikin. Kiwêtê got dê hilberandinê heta 128 hezar bermîl di rojê de, kêm bike.

Iraqê jî ragihand ku dê hilberandinê heta 211 hezar bermîl di rojê de, kêm bike. Wezareta Petrolê ya Iraqê destnîşan kir ku ji avêtina vê gavê armanc dikin ku hevsengiyê di navbera xwestin û dayînê de û aramiya sûkê dabîn bikin.

Cîgirê wezîrê Rûsyayê Alexander Novak ragihand ku Moskov kêmkirina hilberandinê dê heta dawiya 2023`yan berdewam bike û dê rojane 500 hezar bermîl hilberîne.

Li gorî Reutersê serokê şîrketa Pickering Energy Partners Dan Pickering ragihandiye ku ev kêmkirin dê piştgiriyeke berbiçav bide buhayan û îhtîmal heye ku serî bermîla petrola xam 10 dolar zêde bibe.”

‘BANGEWAZIYÊN AMADEKIRINA QANÛNÊN HILBIJARTINÊN LÎBYAYÊ’

Têkildarî rojeva Lîbyayê rojnameya El Itîhad a Îmaratê wiha nivisî: “Serokê Parlamentoya Lîbyayê Eqîle Salih duh bang li 6 endamên hilbijartî yên Komîteya Hevbeş kir ku qanûnên hilbijartinan “6+6” amade bikin û bi lez bi komîteya Meclisa Dewletê re bicivin.

Parlamento û Meclisa Bilind a Lîbyayê nûnerên xwe yên komîteya hevbeş hilbijartin da ku qanûnên hilbijartinan 6+6 amade bikin. Komîte ji 6 endamên parlamentoyê û 6 endamên Meclisa Dewletê pêk tê.

Çaverê ye ku Komîteya 6+6 di çend rojên bê de li hev bicive da ku qanûnên hilbijartinan deyne û li ser çarçoveya destûrî ya ji bo lidarxistina hilbijartinên serokatiyê û parlamentoyê li hev bike.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê duh di saetên fitarê de, şer li bajarê Zawiye çêbûye. Di encamê de gelek kes birîndar bûne. Heman çavkaniyan diyar kir ku rûspiyên bajêr hewl didin vê tundiyê rawestînin.

Tevgera Ciwanan a Zawiyeyê, berpirsyariya vê tundiyê girte ser meclisa şaredariyê û gerînendetiya ewlehiya nîştimanî û bang kir ku hilbijartinên şaredariyê di vê mehê de bi lez li dar bikevin.”

(şx)