Parlamentera Fransayê: Ji bo edalet pêk were em ê bixebitin

Parlamentera Fransayê Laurent Cohen diyar kir ku pêknenîna edaletê di komkujiyên li Parîsê de nîşaneyeke xeternak e. Her wiha destnîşan kir ku ew ê ji bo pêkanîna edaletê bixebitin.

Parlamentera Fransayê: Ji bo edalet pêk were em ê bixebitin
2 nîsan, 2023   20:33
QAMIŞLO

Di civîna çapemeniyê ya ku şandeya Fransayê li Qamişloyê pêkanîbû de, Parlamentera Fransayê Laurent Cohen bersiva pirsa nûçegihanê me ya têkildarî helwesta Fransayê ji her du komkujiyên li Parîsê da.

Laurent Cohen got: "Berî 10 salan 3 jinên Kurd li Parîsê hatin şehîdxistin. Mixabin li Fransa ya ku welatê mafên jin û mirovan e 3 jin hatin qetilkirin. Lê bi hinceta parastina sirên dewletê edalet û lêkolîn pêk nehatin. Têkildarî rakirina astengiyan, zelalkirin û ronîkirina vê dozê û keşifkirina sûcdaran em bi we re ne. Eger edalet di vî sûcê de pêk neyê ev xetereyeke mezin e. Ji ber vê yekê piştî vî sûcî sûcekî din di Kanûna par de hat kir, Komeleya Çanda Kurdî ya li Parîsê hat hedefkirin, di nav de jinek ku ji bo gelê xwe têdikoşiye, 3 kes şehîd bûn. Ev ne tesaduf e. Tirkiye jinên têkoşer dike hedef, me ev yek di şoreşa li vir a bi pêşengiya jinan û ya li Îranê de bi çavê xwe dît. Ji ber vê yekê em ê daxwazên xwe ji bo zelalkirina vê dozê dewam bikin. Divê edalet pêk were û em vê dozê terik nakin."

(bb)