​​​​​​​Li Şehbayê Festîvala Amara ya 3`yemîn dest pê kir

Bi rasthatina Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma “Bi pêşxistina şoreşa çandî û fikrî werin cenga azadiyê” Festîvala Amara ya 3`yemîn dest pê kir.

​​​​​​​Li Şehbayê Festîvala Amara ya 3`yemîn dest pê kir
​​​​​​​Li Şehbayê Festîvala Amara ya 3`yemîn dest pê kir
​​​​​​​Li Şehbayê Festîvala Amara ya 3`yemîn dest pê kir
​​​​​​​Li Şehbayê Festîvala Amara ya 3`yemîn dest pê kir
​​​​​​​Li Şehbayê Festîvala Amara ya 3`yemîn dest pê kir
​​​​​​​Li Şehbayê Festîvala Amara ya 3`yemîn dest pê kir
​​​​​​​Li Şehbayê Festîvala Amara ya 3`yemîn dest pê kir
​​​​​​​Li Şehbayê Festîvala Amara ya 3`yemîn dest pê kir
​​​​​​​Li Şehbayê Festîvala Amara ya 3`yemîn dest pê kir
1 nîsan, 2023   14:59
ŞEHBA

Festîval li Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê li dar ket.

Bi sedan şênyiên kantona Şehba û Efrînê qada sereke ya kampê kom bûn. Wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiyên Jinên Ciwan li cihê festîvalê hatin daliqandin.

Di festîvalê de endama rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Emîne Hec Ebdo axivî û Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li gelê Kurd û gelên azadîxwaz pîroz kir.

Emîne behsa rola ciwanan di civakê de kir û got: “Civaka azad bi hêza ciwanên wê ava dibe. Ciwan pêşengên şoreşê ne ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re kirin bingeha şoreşa li dijî siyasetên dagirkeriya Tirk û hevkarên wê.”

E,çme woja dp,amd: “Ciwan ji destpêka şoreşa Rojava tev lê bûn. Bûn sembola têkoşîn û berxwedanê, li hember êrişên çeteyan li ber xwe dan, bi rêya sazî û yekitiyan civak bi rêve birin û destkeftiyên şoreşê parastina.”

Di dawiyê de Emîne bang li ciwanan kir ku li hember planên dewleta Tirk a dagirker têkoşînê mezin bikin ku hewl didin destkeftiyên şoreşê têk bibin.

Dûre Koma Baz Mordem a strana erebî, Koma Azadî ya Yekitiya Êzidiyan, Koma Mezlûm Nisêbîn a şanoyê, Koma Zinarîn Cûdî ya govendê berhemên xwe pêşandan.

Çaverêye ku festival heta 4`ê Nîsanê berdewam bike. Sibe dê li Stada Babnisê çalakiyên werzîşî li dar kevin, dûre di rojên sêyem û çarem a festîvalê de dê berhemên hunerî li Kampa Serdem û navçeya Ehdasê bên pêşandan.

(dm/şx)

ANHA