Li kantona Qamişlo pîrozbahiyên Cejna Ekîto

Pêkhateyên kantona Qamişlo bi gelê Asûr, Suryan û Keldan re Cejna Ekîto pîroz kir.

Li kantona Qamişlo pîrozbahiyên Cejna Ekîto
Li kantona Qamişlo pîrozbahiyên Cejna Ekîto
Li kantona Qamişlo pîrozbahiyên Cejna Ekîto
Li kantona Qamişlo pîrozbahiyên Cejna Ekîto
Li kantona Qamişlo pîrozbahiyên Cejna Ekîto
Li kantona Qamişlo pîrozbahiyên Cejna Ekîto
Li kantona Qamişlo pîrozbahiyên Cejna Ekîto
Li kantona Qamişlo pîrozbahiyên Cejna Ekîto
Li kantona Qamişlo pîrozbahiyên Cejna Ekîto
1 nîsan, 2023   14:31
QAMIŞLO

Yekitiya Suryan û Rêxistina Asûriye ya Demokratîk û Partiya Asûrî ya Demokratîk li gundê Gir Şêran ê başûr rojhilatê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de, şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star, nûnerên partiyên herêmê, Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û pêkhateyên herêmê hazir bûn.

Di şahiyê de koma Asûrwî û Ornîna govendên asûrî û suryanî pêşandan.

Dûre hevserokê Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê Hikmet Hebîb axivî û Cejna Ekîto li gelê Suryan û gelên herêmê pîroz kir û got: “Bi saya yekitiya pêkhateyan di nav Rêveberiya Xweser de, destkeftiyên dîrokî li ser tevahî astên siyasî, leşkerî û civakî hatin bidestxistin.”

Bi navê Koordîansyona Partiyên Suryan Moşî Gewriye, Waêl Mîrza, Senherîb Bersûm û Nazîra Gewriye axivîn û destnîşan kirin ku Cejna Ekîto yek ji sembolên bedawiya xwezayê û aştiyê ye.

Di şahiyê de Koma Komeleya Çandî ya Suryan şanoyek bi navnîşan “Kiral û kiralîçe” pêşanda.

Di dawiya şahiyê de beşdaran xelekên govendê li ber stranên suryanî gerandin.

DÊRIK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7-Q02wZFtRo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Li Dêrikê jî, gelê Asûr, Suryan û Keldan li gundê Hekemiye yê bakur rojhilatê bajarê Dêrikê tev li pîrozbahiya Ekîto bûn.

Di pîrozbahiyê de nûnerên partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

Koma Orşîna berhemên xwe yên hunerî pêşandan.

(şx)

ANHA