Pêşniyarên Navenda Lêkolînan a Firatê ji bo pirsgirêka qirêjiya jîngehê

Navenda Lêkolînan a Firatê lêkolînek li ser sedemên zêdebûna qirêjiya jîngehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş kir, tê de gelek pêşniyarên ji bo pêşîlêgirtina vê pirsgirêkê hene, gelo ji wan pêşniyaran ên girîng çi ne?

Pêşniyarên Navenda Lêkolînan a Firatê ji bo pirsgirêka qirêjiya jîngehê
31 adar, 2023   04:38
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Pirsgirêka qirêjiya hewayê, pirsgirêka sînor û herêman derbas dike û cîhanê yek ji xetertirîn astengiyên li hember mirovahiyê di serdema niha de bi sedema barên mezin ku ev doz çêdike, wesif dike, bi taybet barên nexweşiyên yên çêdike, mîna penceşêra pişikê, nexweşiyên organa bêhntengiyê ya giran û xeteriya krîza mejî.

Li gorî raporên di 2019′an de derketine, qirêjiya hewayê li derdora bajar û gundan salane dibe sedema mirina yekser a nêzî 4,2 milyon mirovan. Ev mirin bi sedema nexweşiyên navborî.

SEDEM Û ZIRAR

Sedemên qirêjiya hewayî di navbera jêderên xwezayî de cuda ne, mîna teqina volcano, boxara deryayê, toza axê, şewata giyayên xwezayî û brûsk û jêderên mirovahî yên ji ber çalakiyên jiyanê yên cihêreng ji çop û mîqdarên wê, mekanîzmeya xwejêxelaskirinê, çalakiyên endustiriyê, şewatgehön destpêkê û qirêjiyên ji ber dezgeh û stasyonên dayîna kehrebê derdikevin û yên ji erebeyan derdikevin.

 Şetmanên erebeyan, weke mezintirîn qirêjkera jîngehê tê sinifandin. Ji ber ku gazên jehrî û madeyên hişk ên hûr û avên ber bi hewayê ve jê derdikevin. Bi wê re asta qirêjî û pirsgirêkên tenduristiyê bilind dibin. Bi taybet di cihên teng de, bêhntengî, kuxika zêde, dewixandin û jihişçûn çêdibe.

LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ QIRÊJIYA HEWAYÊ

Di lêkolîneke Navenda Lêkolînan a Firatê li ser sedemên qirêjiya jîngehê li cîhanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, hate eşkerekirin ku rêjeya li gorî datayên cîhanê ji sedî 67 ji qirêjiyên hewayê şetmanên erebeyan in.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê asta qirêjiyê di salên borî de ji ber zêdebûna çalakiyên ji ber qirêjê, zêde dibin, bi taybet şetmanên erebeyan li bajarên mezin ên ji ber zêdebûna hejmara erebeyan. Herêma Cizîrê jî mînak e.

Di 5 salên borî de, bi rêya deriyê Sêmalkayê 24 hezar û 94 erebeyên li ser mazotê dixebitin, derbasî herêmê bûn, ji wan hezar û 300 erebeyên mezin, 22 hezar û 794 erebeyên biçûk in. Lê di deriyê Minbicê re ji Adara 2021′ê heta Sibata 2022′yan ve 16 hezar û 2 erebe derbasî herêmê bûn. Ev hejmara Gerînendetiya Gumrikê ya Rêveberiya Xweser ji Navenda Lêkolînan a Firatê re ye.

Qirêjiyên hewayê yên ji erebeyan derdikevin bandore li aliyê aboriyê jî dikin, ji wan paşdeçûna berhemdana çandiniyê û kêmbûna daneyên avê bi sedema rewşa ziwakirina herêmê. Ji wê zêdetir jî germa û barana tirş ku zirarê bi mirov û jîngehê dikin, zêde dibin.

Li gorî lêkolîneke Navenda Lêkolînan a Firatê, mîqdara qirêjiyê li herêma Cizîrê ya 2021′yê di rewşa standardê de nêzî 52 hezar û 89 ton e û di rewşa realîstê de û piştî zêdebûna rêjeya ji sedî 30 gihaşt nêzî 117 hezar ton. Qamişlo jî ji ber zêdebûna erebeyan û ji ber navenda bazirganî û rêveberî ya herêmê ye, di asta herî bilind de ye.

ÇARE

Ji bo sînordarkirinê vê yekê, Navenda Lêkolînan a Firatê gelek çareser û pêşniyar ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş kirin da ku pirsgirêka qirêjiya hewayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were çareserkirin û wiha ne:

Derbasbûna hejmarên zêde yên erebeyan çi kevn çi nûjen dibin were sekinandin, planeke durist ji bo sînordarkirina pêdiviya aboriya herêmê û civakê ji erebeyan re were pêkanîn, xebat li ser başbûna cure û kalîteya sotemeniya erebeyan were kirin, rûberên kesk bi rêya çandina hejmarên zêde yên daran werin zêdekirin.

Tevgera trafîkê li hundirê bajar û bajarokan were birêxistinkirin, xebat li ser birêxistinkirina rewaşa keşfkirina salane li ser şetmanên erebeyan li gel rêveberiya trafîkê were kirin, mirov li ser werzîşa meşê were teşwîqkirin, xwediyên erebeyan li ser pêkanîna test û restorakirina dorveger a erebeyên xwe werin teşwîqkirin.

(fr)

ANHA