Komkujiya li Cindirêsê û berpirsyarên wê - Rauf KARAKOÇAN

Komkujiya li Cindirêsê û berpirsyarên wê - Rauf KARAKOÇAN
31 adar, 2023   00:40

Divê girîngiya Newrozê ya ji bo Kurdan, li gel rewşa şer a Kurd tê de, were nirxandin. Gelê Kurd kevneşopa berxwedanê ya ku bi çîroka mîtolojîk a Newrozê re derketiye, hê jî didomîne. Dastana Kawayê Hesinkar sembola serhildana li dijî zilm û zordariyê ye û îro cihê xwe ji Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û gelek lehengên Newrozê re hiştiye. Dehaqên îro yên bûne bela serê gelê Kurd, ji Dehaqên berê gelekî zalimtir in. Lewma jî gava qala Newrozê tê kirin, gotina serê ewilî tê bîra mirov, vejîn e. Li dijî zext, kedxwarî û zextê serhildanek e. Berxwedan e, serhildan e. Ji serî heta binî têkoşîn e.

Gelê Kurd Newroza 2023'yan bi heybet pêşwazî kir. Tevî hemû komkujî, êriş, dagirkerî, zext û girtinê jî, vejîn, berxwedan û biryardariya têkoşînê ya gelê Kurd di Newroza îsal de li pêş çavan bû. Gelê Kurd daket qadên Newrozê, bû lehî û herikî.

Li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî, sivîlên ku agirê Newrozê li ber deriyê mala xwe vêdixist, rastî êrişê hatin. Ji heman malbatê 4 kes hatin qetilkirin, 2 kes jî birîndar bûn. Piştî vê komkujiya koma çete ya bi navê Ehrar El Şerqiye, gel daket qadan û bi berxwedaneke hêjayî Newrozê bersiv da. Bi taybetî li navenda Efrînê, li Mabata û Racoyê jî çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Gel perdeyê tirsê çiran û li dijî çeteyan sekinî, protesto kir û dengê xwe da bihîstin. Rêxistineke din a çete, rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam jî ji bo hêrsa gel aram bike, neçar ma malbatên qurbaniyên hatine qetilkirin ziyaret bike û bi vî rengî têkilî bûyeran bû. Ev ne komkujiyeke ji rêzê ye, lê komkujiyeke xwedî wateyeke siyasî ya gelekî kûrtir e.

Berpisyarên rastîn ê vê komkujiyê dewleta Tirk a faşîst e ku Efrînê dagir dike û hêzên din ên di bin kontrola wê de ne. Di serî de li Efrînê dagirkeriya Tirk heye ku divê li gorî normên hiqûqa navneteweyî wek sûc bê dîtin. Dewleta Tirk a faşîst bi dagirkirina Efrînê sûcên şer kir. Her roj sûcên nû li gelek sûcên xwe yên heta roja îro kirine, zêde dike. Bûyerên tecawiz, revandin û komkujiyan bê navber dewam kirin. Talan kirin û zirar dan xweza û mîrateya dîrokî-çandî, heta darên zeytûnan jî. Demografiya herêmê guherandin. Hêzên ku dewleta Tirk destekê didiyê jî, şirîkên vê texrîbata giran a li Efrînê ne.

Ev rêxistinên çete yên li Efrînê, çeteyên ENKS'ê jî di nav de ne, di bin sîwana dewleta Tirk de ne û yên ku ev çete li Efrînê bi cih kirine, dewleta Tirk e. Kurdên agirê Newrozê li Cindirêsê vêxist, bi destê dewleta Tirk a dagirker hatine qetilkirin. Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê di polîtîkayên xwe yên dijminatiyê yên li dijî Kurdan de êdî hemû sînor derbas kirine. Ev komkujî xwedî paşxaneyeke dîrokî ye. Dewleta Tirk mîrateya komkujiyê jî serdema Osmaniyan dewr girt û niha jî komkujiyên nû li yên berê zêde dike.

Bi ser de jî ji bo komkujiyên xwe hevkarên nû dîtin û Kurd xistin pêvajoya tunekirinê. Çawa ku ji Ermen, Asûrî-Suryan, Yewnan û û gelek gelên din di dîrokê de winda kirin, dixwazin Kurdan jî biqedînin, lê nikarin. Agirê Newrozê li Cindirêsê hate vêxistin û tevî komkujiyê jî gel meydan veguherandin cihê berxwedanê.

Li Efrînê komên çete yên îslamî yên di bin parastin û kontrola dewleta Tirk de sûcên dijmirovî pêk tînin, di heman demê de çeteyên ENKS'ê li gel wan cih digirin. Yek ji berpirsyarên hemû sûcên li Efrînê têne kirin jî bê guman çeteyên ENKS'ê ne. PDK jî ji vê yekê ne dûr e. PDK çima û bi çi armancê çeteyên ENKS'ê û pêşmergeyên Roj xwedî dike? Divê bersiva vê pirsê bide.

Ji bo ku şoreşa Rojava qels bike, çi ji dest tê dike. Vê şebekeya îxanetê li dijî tevgera azadiyê ya gelê Kurd bi salan li Bakurê Kurdistanê eşîr sor kirin û kirin dijmin, bi ser de jî li Başûrê Kurdistanê her cure destek da dewleta Tirk. Her tişt anî serê gelê kampa Mexmûrê. Gelek sûc kirin, ji serjêkirina mirovan mîna DAIŞ'ê bigire heta ambargoyan û telefkirina heywanan. Gelek mirov ji zilma PDK’ê reviyan û xwe spartin Sedam lê dîsa jî ji zilma PDK’ê xelas nebûn. Li dijî Şengalê jî sûcên bi heman rengî dike û niha jî bi destê dewleta Tirk girtiye û li Efrînê hevkarê sûcên dermirovî ye. Çeteyên ENKS'ê li Efrînê bi cih dike û bi çeteyên bermahiyê DAIŞ'ê re sûcan dike.

Hemû Kurdên aqilmend, xwedî wijdan, bişeref û durist divê hesabê têkiliyên organîk ên PDK'ê yên bi dewleta Tirk re bipirse. Di nava komkujiyên li dijî Kurdan de ku di hemû serdemên dîrokê de hatine kirin, xiyanet jî xwedî cih û roleke girîng e. Ji xiyaneta Harpagos ya li dijî Astîyages bigire heta xizmeta PDK'ê ya niha ji dewleta Tirk re. Derket holê ku şova siyasî ya PDK’ê ya bi navê alîkariya mexdûrên erdhejê ya li Efrînê, şoveke wekî ya hikumeta AKP'ê ya li herêmên erdhejê ye û versiyoneke wê ya xirabtir e. Heke komkujiya li Cindirêsê dê were nirxandin, nabe ku ji PDK û ENKS'ê serbixwe bê dîtin. Hêzên xayîn-hevkar bi dewleta Tirk a faşîst û bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê re dijminatiyê li Kurdan dikin, ji bo tesfiyekirina şoreşa Rojava li Efrînê bi cih bûne û li Cindirêsê komkujî kirin.

Ne hêza dijminên derve û ne jî çeteyên hevkar-xayîn têrê nake ku pêşî li şiyarbûna Kurdan bigire û têkoşîna wan bisekinîne. Newroza 2023'yan delîla herî dawîn a vê yekê ye.