​​​​​​​Nilûfer Hamidî û Elaha Mihemedî hêjayî xelata rojnamegeriyê hatin dîtin

Xelata di Rojnamegeriyê de Wijdan û Rastî ku ji aliyê Weqfa Rojnamegeriya Nieman ve tê dayîn, îsal da rojnemgerên li Îranê girtî Nilûfer Hamidî û Elaha Mihemedî.

​​​​​​​Nilûfer Hamidî û Elaha Mihemedî hêjayî xelata rojnamegeriyê hatin dîtin
30 adar, 2023   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Weqfa Rojnamegeriya Nieman ya Zanîngeha Harvard ku her sal Louis M. Lyons Xelata di rojnamegeriyê de wijdan û rastî, îsal da rojnamegerên li Îranê girtî Nilûfer Hamidî û Elaha Mihemedî.

Weqfa rojnemegeriyê ya Nieman di merasîma xelatdayînê de ku duh li darxistin, diyarkirin ku xelat dane rojnamegerên li Îranê girtî Nilûfer Hamidî û Elaha Mihemedî. Her wiha destnîşan kirin ku dema ji girtîgehê derketin ji bo ku xelata xwe bigrin ew daxwazî Amerîkayê kirine.

Rojnamegerên girtî Nilûfer Hamidî û Elaha Mihemedî bi cesaret nûçeyên rast gihandine gel, beriya niha jî ji aliyê Weqfa Rojnamegerên Kanada ve xelata Rojnamegeriya Navneteweyî girtibûn.