​​​​​​​Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin

 Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo muwekilê xwe bibînin, serlêdanên nû kirin.

​​​​​​​Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
30 adar, 2023   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Newroz Uysal, Mazlum Dînç û Faîk Ozgur Erol serlêdana hevdîtinê kirin.

Parêzeran ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.