​​​​​​​Şêniyên Hesekê banga rizgarkirina Efrînê kir

Bi sedan şêniyên Hesekê komkujiya li Cindirêsê şermezar kir û banga derketina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji kantona Efrînê kir.

​​​​​​​Şêniyên Hesekê banga rizgarkirina Efrînê kir
​​​​​​​Şêniyên Hesekê banga rizgarkirina Efrînê kir
​​​​​​​Şêniyên Hesekê banga rizgarkirina Efrînê kir
​​​​​​​Şêniyên Hesekê banga rizgarkirina Efrînê kir
​​​​​​​Şêniyên Hesekê banga rizgarkirina Efrînê kir
​​​​​​​Şêniyên Hesekê banga rizgarkirina Efrînê kir
​​​​​​​Şêniyên Hesekê banga rizgarkirina Efrînê kir
30 adar, 2023   11:14
HESEKÊ

Çeteyên Ehrar El Şerqiye yên dewleta Tirk a dagirker şeva Newrozê komkujiyek li dijî welatiyên Kurd ên navçeya Cindirêsê pêk anî û di encamê de 4 welatiyên malbata Pêşmerg şehîd bûn.

Li hember vê komkujiyê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li herêmên cuda nerazîbûnên xwe bi rêya lidarxistina çalakiyên cuda, anîn ziman û piştgiriya gelê Efrînê kir.

Li Hesekê bi sedan şêniyên bajêr li pêşiya Parka Serok a taxa Kelasê kom bûn û bi dirûşma “Bi giyanê berxwedana Efrînê em dê dagirkeriyê tune bikin û Efrînê rizgar bikin” ber bi çerxerêya Cûdî ve meşiyan.

Xwepêşandêran alên Kongra Star, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, şehîdên komkujiya Cindirêsê, hildan û banga derxistina çeteyan û dagirkeran ji bajar û herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê kir.

Li çerxerêyê, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso axivî û destnîşan kir ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve bi hemû rêbazan hewl dide ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike.

Oso bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker bibin yek û wiha domand: “Divê rêxistinên mirovî û aliyên têkildar destwerdanê bikin, çeteyan ji herêmên dagirkirî derxin û wan herêman li şêniyên resen vegerînin.”

Di dawiya çalakiyê de, girseyê berxwedana Cindirêsê û Efrînê silav kir û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şermezar kir.

(şx)

ANHA