HPG`ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

HPG’e fermandar Cemal (Cemal Andok) bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Ew bûye şehîdê Newrozê ya ku ji bo gelê me sembola vejîn û azadiyê ye.”

HPG`ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
30 adar, 2023   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayê şehîd bû ev agahî da:

“PKK`ê ku partiya şehîdan e hêviyên azadiyê yên gelê me yê ku bi têkoşîna xwe ya dîrokî ya zêdeyî nîv sedsalê vejand. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ku bi keda şehîdên me yên nemir heta îro hatiye, bi pêşengiya fedaiyên me yên ku dema pêwîst be bê dudilî xwe feda kirine, her roj zêdetir nêzî serkeftinê dibe. Hevrêyê me Cemal ê ku li Amedê li bajarê serhildanê ji dayik bû, her kêliya jiyana xwe ji bo siberoja azad a gelê me feda kir. Ew yek ji fermandarên me yên pêşeng bû û ji bo şehîdên me û partiya me bû milîtanekî hêja. Hevrêyê me Fermandar Cemal ku kedeke mezin daye, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Bakurê Kurdistanê li dijî dagirkeran xaka pîroz a Kurdistanê parastiye. Şehadeta hevrêyê me Cemal ê ku kurekî wêrek ê gelê me ye û fermandarekî me yê pêşeng e, ji bo me fermana serfiraziyê ye Mîrateya têkoşînê ya şehîdên nemir wê teqez bi serfiraziyê were tacîdarkirin.

Nasnameya hevrêyê me Cemal Andok wiha ye:

  Nasnav: Cemal Andok

  Nav û paşnav: Cîhan Nazlier

  Cihê jidayikbûnê: Amed

  Navê dê û bav: Zahîde - Adem

  Dîrok û cihê şehadetê: 21’ê Adara 2019’an / Heftanîn

Hevrêyê me yê li vir li Akademiya Hakî Karer û Ocaxa PKK’ê de perwerde bû. Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî gelê me, hevrê Cemal derbasî herêma Mexmûr-Kerkûkê bû. Li van qadan yên ku li ser gelême qetlîam hebû, wî jî  dinav gerîlayan de cih girtiye û bûye fermandarekî yekîneyên gerîlayan. Li vê qadê wî ji bo sekinandina çeteyên DAÎŞ’ê plansaziya gelek çalakiyan kiriye û ev çalakî bi rê ve biriye. Hevrêyê me yê ku bi karakterê xwe yê têkoşer derdikeve pêş, peywira xwe ya li vir bi awayekî serketî bi dawî kir û piştre derbasî herêma Şengalê bû. Li Şengalê jî gelê me bi taybetî jin û zarok rastî komkujiyan hatibûn. Hevrêyê me yê ku nêzî 2 salan li vir têkoşiya, beşdarî pêngava paqijkirina Şengalê ya ji çeteyan bû. Li qada Şengalê ya ku şerekî giran lê hebû, tevî fermandarên hêja yên wekî Dilşêr Herekol û Egîd Civyan têkoşiya û azadiya Şengalê pêk anî. Piştî peywirên xwe yên li vir qedand, dîsa berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me çû qada Heftanînê ya ku pratîka wî ya pêşîn a gerîlatiyê bû, li vê qadê wekî fermandarekî bi tecrube têkoşîna xwe domandiye.

Hevrê Cemal ku bi cesaret, zîrekiya taktîkî, kedkarî, kesayetiya fedakar, bi qîmeta ku dida hevrêyên xwe û bi helwesta xwe ya fermandariya serkeftî ya di xeta serketinê de, bûye yek ji fermandarên mînak ên serdema nû. Hevrê Cemal di Newroza sala 2019’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû û ew bûye şehîdê Newrozê ya ku ji bo gelê me sembola vejîn û azadiyê ye.”