​​​​​​​Mîhrîcana Şanoyê ya Yekta Herekol didome

Mîhrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol di roja xwe ya çaremîn de didome. Mîhrîcanê 27′ê Adarê dest pê kiribû û heta niha 4 lîstik hatine pêşandan.

​​​​​​​Mîhrîcana Şanoyê ya Yekta Herekol didome
30 adar, 2023   09:30
QAMIŞLO

Mîhrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol a 6`emîn li ser dika şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê dewam dike.

Heta niha 4 lîstik hatine pêşandan; "Kevir", "Çentê Weso" "Yê ku Nayê” û "Koçberiya Newresên Kovî" ye.

Îsal di mîhrîcanê de gelek komên şanoyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê (komên Dibistana Şanoyê, Şehîd Yekta, Sariya Baran, Mehmûd Şêxo, Afirînerên Hêviyê û Şehîd Darsîn) û gelek şanoger beşdar bûne. Bi giştî dê 11 lîstikên bi zimanên erebî û kurdî (soranî û kurmancî) bên pêşandan.

Endamê Komîteya Temaşekirin û Biryardayînê ya mîhrîcanê Beşîr Mela Newaf têkildarî lîstikên beşdarî mîhrîcanû bûne got: “Hin şertên girêdayî dema şanoyê hene. Divê şano 30 deqeyan derbas neke, xirabiyê li pêkhate yan jî olan nîşan nede, divê tê de gotinên dûrî exlaqê civakê tune bin û bandorê li aliyê derûnî yê temaşevanan neke."

XELATÊN ŞANOYÊ

Li gorî Mela Newaf, dê belavkirina xelatan bi vî rengî be; xelata lîstika herî baş, xelata diyalog û amadekariya herî baş, şanogerê/a herî baş di asta yekemîn û duyemîn de, derhênerê/a herî baş, sînografiya herî baş û xelata taybet.

He wiha Beşîr Mela Newaf got cudahiya lîstikên îsal ew e ku piraniya şanoyan ketine bin bandora komediya absurd û got: “Dibe ku ev yek ji ber bandora şer be.”

(fr/c)

ANHA