Rêveberiya Xweser bi boneya cejna Ekîto biryarnameyek derxist

Rêveberiya Xweser ragihand ku bi boneya cejna Ekîto hemû sazî û navendên fermî di rojên 1-2′yê Nîsanê de dikin betlane.

Rêveberiya Xweser bi boneya cejna Ekîto biryarnameyek derxist
29 adar, 2023   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya cejna sersala Suryanî-Asûrî-Babilî (Ekîto) biryarnameyeke bi jimareya 8’an derxist ku tevahî sazî û navendên fermî yên girêdayî wê rojên şemî û yekşemê (1-2 Nîsan) dikin betlane.

Di biryarnameyê de hate gotin:

"Bi boneya sersala Suryanî-Asûrî-Babilî (6775) Ekîto tevahî sazî û navendên fermî yên Rêveberiya Xweser rojên şemî û yekşemê (1-2 Nîsan) dikin betlane, ji derveyî saziyên karê wan berdewamê dixwaze."

(fr)