​​​​​​​Pentagon: Îranê di dema Biden de 83 carî êrişî nuqteyên DYAʹyê kir

Wezîrê Parastinê Amerîkayê Lloyd Austin got, ji dema ku Jeo Biden gihiştiye ser desthilatê ve, Îran û hevkarên wê 83 êriş li dijî berjewendiyên Amerîkayê pêk anîn.

​​​​​​​Pentagon: Îranê di dema Biden de 83 carî êrişî nuqteyên DYAʹyê kir
28 adar, 2023   19:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê Amerîkayê Lloyd Austin di civîna guhdarkirinê ya Komîteya Hêzên Çekdar a Senatoya Amerîkayê de got, ji dema ku Jeo Biden gihiştiye ser desthilatdariyê ve, Îran û hevkarên wê 83 êriş li dijî berjewendiyên Amerîkayê pêk anîn.

Austin diyar kir ku  DYAʹyê bersiva 4 êrişan tenê da.

Hêjaya bibîrxistinê ye ku di êrişa beriya çend rojan a bi droneke Îranê ya li dijî baregeheke DYAʹyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de peymankarekî amerîkî hat kuştin, 5 leşker û peymankarekî din birîndar bûn.

Hêzên DYAʹyê bersiva êrişê dan, di encamê de 19 kes hatin kuştin ku piraniya wan endamên komên alîgirên Îranê ne.

(bb)