Ciwanên Dêrazorê şehîdên Hefteya Lehengiyê bi bîr anîn

Ciwanên Dêrazorê bi meşekê şehîdên Hefteya Lehengiyê bi bîr anîn.

Ciwanên Dêrazorê şehîdên Hefteya Lehengiyê bi bîr anîn
28 adar, 2023   20:40
Ciwanên Dêrazorê bi meşekê şehîdên Hefteya Lehengiyê bi bîr anîn.

ءDi meşê de bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê bi hildana wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne" û maşeleyan beşdar bûn.

Meş ji dergehê bajarokê Seba Kîlo yê rojavayê Dêrazorê dest pê kir û li çerxerêya bajarok sekinî.

Li wir, rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Suha El Seîd şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Şehîd Egîd sembola berxwedan û têkoşînê ye, em jî soz didin şehîdên xwe ku heta pêkanîna serkeftinê şopdarên rêya wan bin."

Meş bi siloganên "şehîd namirin" û "berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

(mh)