​​​​​​​Îsraîlî xwepêşandanên xwe didomînin

Tevî ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku guhertinên dadwerî dereng xistine jî lê îsraîlî xwepêşandanên xwe didomînin.

​​​​​​​Îsraîlî xwepêşandanên xwe didomînin
28 adar, 2023   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Tora El Erebiye serkêşên xwepêşandanan ên Îsraîlê got Netanyahu bi derengxistina pêkanîna guhertinan, hewl dide fişarên gel zeîf bike û dûre dîsa pêk bîne.

Li aliyekî din Yekitiya Karkeran a Îsraîlê ragihand ku greva giştî taloq kir

Wezîrê ewlehiya neteweyî yê Îsraîlê Itamar Ben Gvir jî got: “Taloqkirin demkî ye. Netanyahu soz da min ku guhertinan piştî mehekê pêk bîne.”

Nivîsgeha serokê Îsraîlê Isaac Herzog di daxuyaniyekê de ragihand ku serok bi serokwezîr Benjamin Netanyahu û rayedarê muxalefetê Yair Lapid û wezîrê parastinê yê berê Benny Gantz re axiviye ji bo ku dest bi dan û standinên têkildarî guhertinên dadwerî bikin.

Hikumeta Netanyahu di 4`ê Çileyê de plansaziyek ragihand ku derfetê dide Knessetê (meclis) ku hin biryarên dadgeha bilind betal bike û desthilatdariyeke mezintir di diyarkirina dadgeran de dide hikumetê. Îsraîlî ji vê plansaziyê ne razî bûn, ji ber ku li gorî muxalifan serxwebûna dadgehan û dadgeriyê dixe xetereyê.

(şx)