​​​​​​​Washington: Balafirên Rûsyayê 25 caran qada hewayî ya Tenefê derbas kir

Generalekî amerîkî got balafirên biçek ên Rûsyayê vê mehê 25 caran qada hewayî ya baregeha Tenef a Amerîkayê ya li başûrê Sûriyeyê derbas kiriye û herî dawî jî duh bû.

​​​​​​​Washington: Balafirên Rûsyayê 25 caran qada hewayî ya Tenefê derbas kir
23 adar, 2023   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Hêzên Hewayî yên girêdayî CENTCOM`ê general Alexus Grinkewich ku ji tora NBC ya Amerîkayê re axivî, diyar kir ku balafirên şer ên Rûsyayê di Adarê de hema bêje her roj di ser baregeha Tenefê re firiyane û bi wê yekê “hevpeymana 5 salan a di navbera Amerîka-Rûsyayê de binpê kiriye.”

Grinkewich anî ziman ku balafir bi awayekî nizm di ser yekîneyên Amerîkayê re firyane û ev yek nîşaneya rageşiyê ye.

(cx)