'Komkujiya Cindirêsê bi fermana artêşa Tirk pêk hat'

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê şêniyên Efrînê yên li hundir û derve û girêdana wan bi ax û doza xwe ve silav kir û destnîşan kir ku komkujiya Cindirêsê bi fermana artêşa Tirk a dagirker pêk hatiye.

'Komkujiya Cindirêsê bi fermana artêşa Tirk pêk hat'
23 adar, 2023   10:55
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê têkildarî komkujiya Cindirêsê ya ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve pêk hatiye û di encamê de 4 welatiyên ji heman malbatê hatin qetilkirin, daxuyaniyek da.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê daxuyanî li pêş avahiya meclisê ya li Amûdê xwend û nûnerên Meclisa Qanûnsaz, Meclisa Dadgeriyê û Meclisa Rêveber û desteyan tev lê bûn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Şeva Newrozê, komeke terorîst a girêdayî komên çekdar (Ehrar El Şerqiye) a di bin sîwana Artêşa Nîştimanî de tev digerin, li navçeya Cindirêsê komkujiyeke hovane pêk anî, di encamê de 4 welatiyên Kurd bi sedema ku agirê Newrozê pê xistine, hatin qetilkirin. Ev komkujî di çarçoveya rêzesûcan de ku rojane li herêmên dagirkirî bi destên van koman tên kirin, pêk tê. Ev kom yekser bi fermana artêşa Tirk a dagirker, saziyên wê yên ewlehiyê û Îtîlafê tev digerin.

Ev ne cara yekemîn e ku ev komkujiya hovane pêk tê û heta ku ev herêm di bin dagirkeriya wan komên çekdar de bin, dê ne sûcê dawîn be jî.

Armanc ji van sûc û kiryaran guhartina demografiya herêmê, valakirina herêmê ji xwecih;n wê ye da ku projeyên xwe yên mêtingeriyê pêk bînin, herêmên dagirkirî bikin navendên terorê û sûcên wan.

Tiştê li herêmên dagirkirî ji hêla dewleta Tirk ve pêk tên, di çarçoveya projeya dagirkirinê ya plankirî û siyaseta eşkere ya koçberkirin, qetilkirin û derxistina şerê navxweyî û avakirina mêtîngehan de ne. Digel bêdengiya navneteweyî rojane sûcên dermirovî bi destê wan rêxistinan û fermana dewleta Tirk pêk tên. Bi wê yekê hemû rêgez û pîvanên ragihandina cîhanê ya mafên mirov û qanûnan ku parastina gelan li ser xaka wê dikin, bin pê dikin.

Xweragirtina gelê me yê li Efrîn û li derveyî wê nîşaneya girêdana wan bi ax û doza wan re ye. Ruxmî ku dewleta Tirk, kom û rêxistinên terorîst ên girêdayî wê siyaseteke qirêj dimeşinin, lê ev berxwedana li hember dijmin, wê dagirkeriyê neçar bike ku li siyaseta xwe vegere û bihêle ji herêmên dagirkirî vekişe.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re û şifaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Em vê sûca li dijî gelê Efrînê yê li hundir şermezar dikin.

Em bang li tevahî gelê Sûriyeyê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku li kêlek koçberên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên dagirkirî bisekinin da ku vegereke ewle bêyî dagirkirinê, pêk bê.

Em bang li aliyên navneteweyî û rêxistinên navneteweyî dikin ku destekê nedin siyaseta dewleta Tirk li herêma Rojhilata Navîn. Ji ber dewleta Tirk hîmana sereke ya bêîstîqrarî û fînansekirina terorê ye. Her wiha zextê li dewleta Tirk û çeteyên wê bikin ku ji herêmên dagirkirî vekişin, da ku derfetê bidin çare û însiyatîfên aştiyane yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê tên pêşkêşkirin û xebatê li ser pêkanîna rewşên gucnaw ji bo vegera şêniyên resen li herêmên xwe bikin."

Piştî komkujiya Cindirêsê, li gelek gund û navçeyên Efrînê çalakî û xwepêşandanên ji bo bidawîkirina dagirkeriyê hatin lidarxistin.

(fr/cx)

ANHA