Li beravên Tunisê keştiyek noq bû; 5 penaber mirin

Di encama noqbûna keştiyekê li beravên Tunisê de, 5 penaberan jiyana xwe ji dest da û 25 jî winda ne.

Li beravên Tunisê keştiyek noq bû; 5 penaber mirin
23 adar, 2023   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Foruma Tunisê ya Mafên Aborî û Civakî Remedan Bin Omer diyar kir ku îro cenazeyên 5 penaberan hatine derxistin, 5 kes hatine rizgarkirin û 25 kes jî winda ne.

Keştî ji beravên parêzgeha Sefaqis beriya 2 rojan ber bi beravên Îtalyayê ve bi rê ketibû û tê de 38 penaber hebûn.

Di 13′yê Adarê de nobedarên beravên Îtalyayê da zanîn ku zêdetirî 30 penaberên derqanûnî, piştî keştiya wan noq bû, winda bûne.

(fr)