​​​​​​​Mazlum Ebdî: Wê ala destê 9 şervanan heya serkeftinê bilind bibe

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ala serkeftinê ya ku 9 şervanên YAT`ê hildabû wê heya serkeftinê li ba be. Ebdî bang li hemû ciwan û pêkhateyên herêmê kir ku tevlî YAT`ê bibin.

​​​​​​​Mazlum Ebdî: Wê ala destê 9 şervanan heya serkeftinê bilind bibe
22 adar, 2023   10:35
HESEKÊ

Merasîma oxirkirina 9 şehîdên YAT’ê piştî merasîma leşkerî û radestkirina wesîqeyên şehadê ji bo malbatan, bi axaftinan dom kir.

Axaftina destpêkê ji aliyê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlum Ebdî ve hat kirin.

Mazlum Ebdî, sersaxî li hemû malbatên şehîdan û malbatên 9 şervanên YAT`ê xwest û da zanîn ku wekî hevalên şehîdan bi wan serbilindin. Ebdî hîtabî malbatên 9 şervanan kir û got: “Bi zarokên xwe biserbilind bin”.

Mazlum Ebdî, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Ser navê Fermandariya QSD`ê em tevahî gel, dostên xwe yên îro li vir amade ne û êşa me parve dikin silav dikin. Di bûyera şahadetê de gelek dostên me li gel me sekinîn, bi me re bûn alîkar ku şehîdên me heya vir bi me re anîn. Em wan spasiya wan jî dikin. Îro em li vir fermandarên YAT`ê Şervan Kobanê û 8 hevalên wî yên qehreman oxir dikin. 9 qehremanên şoreşa Rojava, pêşengên QSD û gelên me yên pêşengtiya şerê terorê dikirin oxir dikin; 9 ciwanên çeleng û fedekarên xwe birê dikin. Bi vê munasebetê wekî tevahî şehîdên me ew jî ji me re bûne mînak û rêber, girêdana me xurttir kirin. Li ser vî esasî em ê girêdana xwe xurtir bikin. Xebatên ku ew tê de cih digirtin em ê teqez bi serbixînin.” 

BANGA JI BO CIWANAN

Mazlum Ebdî, anî ziman ku ewê heya dawî deskeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê û gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê biparêzin û wiha dom kir: “Em ê saziyên xwe yên leşkerî heya dawî biparêzin da ku heza me QSD û tevahî saziyên me bigihîjin astekê tu carî têk neçe. Wê QSD`ê tu carî têk neçe. Bi vê mûnasebeta bi êş di huzura şehîdên ciwanên gelê me de em bang li hemû ciwanan û pêkhateyên herêmê dikin ku tevlî hêza me YAT`ê bibin û em destkeftiyên şoreşa xwe li dijî dijminan biparêzin.”

`HEYA SERKEFTINÊ WÊ EV AL BILIND BE`

Mazlum Ebdî axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Wê ala Şehîd Şervan û 8 hevalên wî tu carî nekeve û wê di destê hevalên wan de be. Wê ev al heya serkeftinê bilind bibe. Şehîd namirin.”

Merasîm bi axaftinan didome.

ANHA