Di merasîma oxirkirina şehîdên YAT`ê de soza bilindkirina têkoşînê

Hevserokên Rêveberiya Xweser, MSD û nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Îslama Demokratîk ku di merasîma oxirkirina 9 şehîdên YAT`ê de axivîn, bal kişandin ser fedakariya şehîdan û soza bilindkirina têkoşînê dan.

Di merasîma oxirkirina şehîdên YAT`ê de soza bilindkirina têkoşînê
22 adar, 2023   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Merasîma oxirkirina 9 şehîdên YAT’ê piştî merasîma leşkerî û radestkirina wesîqeyên şehadê ji bo malbatan, bi axaftinan dom kir.

Piştî axaftina Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El Mihbaş, Hevseroka MSD`ê Emîne Omer, Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Selma Xelîl û Nûnerê Kongra Îslama Demorkatîk Mela Ebdurheman Bedirxan axivîn.

El Mihbaş anî ziman ku şehadeta 9 şervanên YAT`ê ji bo wan, malbat û hevrêyên şehîdan windahiyek mezin e û wiha dom kir : “Ey şehîd, we rêwîtiya xwe ya têkoşînê di nava YAT`ê de bi şehadetê bi dawî kir. Şerê we li dijî terorê dest pê kiriye, hîna bi dawî nebûye, ev şerekî çarenûsî ye, şerê parastina ax û gelê Sûriyeyê ye.”

El Mihbaş bal kişand ser fedakariyên şehîdan û rola wan di rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkoşîna li dijî terorê de û soz da ku ew ê destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Emîne Omer ji ber şehadeta 9 şervanên YAT`ê ji gelê herêmê, Fermandarê Giştî QSD`ê û malbatên şehîdan re sersaxî xwest.

Emîne diyar kir ku wan şehîdan di temenekî ciwan de jiyana xwe kirin oxira doza ku pê bawer kirine, herêm û gelên xwe parastin û fedakariyên mezin dan.

Emîne soza da şehîdan ku ew ê destkeftiyên wan biparêzin û rêwîtiya wan a şeref û rûmetê dewam bikin.

Emîna di axaftina xwe de, komkujiya şeva 21`ê Adarê li Cindirêsê pêk hatiye şermezar kir û sersaxî da malbatên şehîdên Newrozê û got: “Ev sûc bêexlaqiya dagirkeran nîşan dide. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku dawî li dagirkeriya li Efrînê bîne. Her wiha bang li tevahî hêzên sûriyeyî kir helwesta xwe bikin da ku gelê Efrînê ji vê zilm û dagirkeriyê xilas bikin. »

Selma Xelîl jî li ser navê malbatên şehîdan axivî, şehîdên YAT`ê, şehîdên hefteya qehremaniyê û tevahî cangoriyên azadiyê bi bîr anîn.

Selma soz da ku ew ê têkoşîna hevalên şehîd bigihînin dawî û dê çeka wan li erdê nehêlin.

Mela Ebdurheman Bedirxan jî diyar kir ku dê tu kes nikaribe agirê azadiyê vemirîne û got: “Heta dayikek, zarokek, heta yek ji me li ser rûyê erdê bimîne, ev agir wê venemire. Em hene, em ê hebin.”

(cx)

ANHA