Di Newroza Dêrazorê de: Gelê herêmê yek e

Bi sedan şêniyên Dêrazorê duh beşdarî şahiya Newrozê bûn û diyar kirin ku pêkhateyên Dêrazorê xwedî jiyan û çarenûsa hevbeş in û hemû rengên tayîfiyet, cudakarî û nîjadperestiyê red dikin.

Di Newroza Dêrazorê de: Gelê herêmê yek e
21 adar, 2023   03:40
DÊRAZOR- SAMIR EL EZÎZ

Hevserokê Meclisa Herêma Rojhilat Selah El Selman Cejna Newerozê li gelê Kurd pîroz kir û hêvî kir ku gelê Kurd di nava azadî, ewlehiyê û istiqrarê de be.

Selah El Selman hêvî kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî pêk were.

Berdevkê Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê Îslam El îsa got:"Me ev cejna bêhempa pîroz kir ku jê ronahî derbû. Hemû pêkhateyên ereb, xiristiyan, çerkez û êzidî li hev kom kir.”

El Îsa Cejna Newrozê li hemû gelan pîroz kir û got: “Ev roja bêhempa ku Kawayê Hesinkar tê de çirûska azadiyê pê xist. Em rêya wî berdewam dikin, alên azadiyê, biratiyê û aştiyê bilind dikin.”

El Îsa destnîşan kir ku berxwedana wan li ser rêgez, fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan berdewam e û wiha anî ziman: “Ew banga azadiyê û biratiya gelan dike. Em dê rêya wî berdewam bikin. Hevgirtin û têkoşîna me li ser rêgeza azadiyê û aştiyê berdewam e.”

(dm/şx)

ANHA