Meşaleya Newrozê ya Mezlûm Dogan û Zekiya Alkan dê her û her pêketî be - Hêvîdar Xalid

Meşaleya Newrozê ya Mezlûm Dogan û Zekiya Alkan dê her û her pêketî be - Hêvîdar Xalid
21 adar, 2023   00:32

Cejna Newrozê ji bo gelê Kurd rojeke dîrokî ye. Bi hezaran salan e Kurd vê cejnê pîroz dikin. Ev roj ji bo gelê Kurd roja berxwedana li hember zilm û destpotiyê ye û destpêka ragihandina têkoşîna li hemberî tarîtiyê ya ji bo afirandina jiyaneke nû û pêkanîna azadiyê di meha Adarê de ye. Ji ber ku ev meh bûye şahidê komkuijyên herî hovane li dijî gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê.

Di destpêka salên 1980ʹyî de, Newrozê wateya xwe ya rasteqîn girt, nemaze piştî ku ji pêşengên PKKʹê Mezlûm Dogan ê bi navê Kawayê Hemdem tê naskirin, di girtîgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê de bi dirûşma "Berxwedan jiyan e" û bi sê darikên çixatê bedena xwe da ber agir. Çalakiya şoreşgerê Kurd Mezlûm Dogan wekî bersiva li hember zilm û îşkenceya li girtîgeha Amedê pêk hat. Ji wê rojê ve 21ʹê Adarê wek sembola berxwedana gelê Kurd tê pîrozkirin.

Ji kevn ve têkoşîn û berxwedan bi gelê Kurd re, anku bêyî berxwedanê jiyan ji bo vî gelî ne pêkan e, nemaze di roja me ya îro de ku nakokiyên mezhebî û taîfî yên mezin Kurdistan veguherand qada şer. Tevî vê yekê gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe ya li hemberî siyasetên netewedewletê û nîjadperestiyê berneda. Bi taybetî jinên Kurd têkoşîneke mezin nîşan da, da ku ala azadiyê di Newrozê de timî li ba be. Zekiya Alkan, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan, Sema û bi dehan şopdarên wan ku beden û giyanê xwe kirin meşaleyeke abîdeyî da ku agirê Newrozê pêketî bimîne.

Ji bo ku pîrozbahiyên vê roja dîrokî ya sembola neteweyî li her çar parçeyên Kurdistanê dewam bikin, gelê Kurd gelek zehmetî kişandin. Lê bi saya berxwedana dîrokî ya vî gelî, Kurd ruxmî zextên pergalên desthilatdar vî rojê pîroz dike û li her cihê ku lê dimînin rihê berxwedanê parast. Bi vê yekê meşaleya Newrozê bûye sembolek û didome.

Newroz tê wateya rojeke nû, roja gelê berxwedêr, roja vejînê, roja afirandina jiyaneke nû. Her wiha mizgîneiya hatina buharê ye û serhildana li hemberî dîktatoriyê ye. Newroz roja redkirina zilm û koletiyê ye, roja têkoşîna lehengî ya li hemberî hemû cureyên zilm û koletiyê ye. Ji ber vê yekê îro ji jinên Kurd ên têkoşer tê xwestin bi hemû hêz û israra xwe têkoşîna xwe ji her demê bêtir geş bikin, rihê Newroza îsal a bi dirûşma ʹJi Rêber Abdullah Ocalan re azadî" geş bikin û rola wê di bin dirûşma "Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi şoreşa jinê ve" de mezin bikin.

Jin xwedî karînên bilind in ku dikarin vê rolê pêk bînin, yekitiya jinên ji hemû pêkhateyan ava bikin. Jinên ku di şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" de daketin qadan û piştevanî dan, ji cîhanê re îsbat kir ku tu hêz li ser rûyê erdê nîne ku karibe têkoşîna mezin a jinan rawestîne.

Dirûşma "Gelên ku meşaleya Newrozê hilgirtine, gelên aştî, azadiyê ne, serê xwe ji alên zilm û koletiyê re natewînin" ku bi boneya Newrozê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin daliqandin, bala min kişand. Belê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li hemberî terorê bûne yek, layiq in ku bi pêşengiya jinan meşaleya Newroza îsal hilgirin. Meşaleya Newrozê ya ku Mezlûm Dogan û Zekiya Alkan di nava şertên herî dijwar de li sûrên Amedê pê xistibû, bi îradeya gelên azadîxwaz ne tenê li Kurdistanê, lê li her deverê û li her qadê pêketî ye.

Îsal wê li herêmên me bi hezaran kes bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin" Newrozê pîroz bikin. Newroza îsal wê xwedî karektêr, rihekî taybet û nameyên diyar be yên ku banga têkoşîna hevpar a li hemberî hemû êrişên li ser îradeya gelan û hewldanên înkarkirina nasnameyên wan dike. Bi azadiya Rêber Ocalan wê azadiya tevahî gelên bindest û jiyaneke bi rûmet were mîsogerkirin.

(bb)