Şêniyên Dêrazorê Newroz bi coş pîroz kir

Şêniyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiyê de hate gotin ku Newroz cejn nîşaneya tevgirtina pêkhateyan û biratiya gelan e.

Şêniyên Dêrazorê Newroz bi coş pîroz kir
Şêniyên Dêrazorê Newroz bi coş pîroz kir
Şêniyên Dêrazorê Newroz bi coş pîroz kir
Şêniyên Dêrazorê Newroz bi coş pîroz kir
Şêniyên Dêrazorê Newroz bi coş pîroz kir
Şêniyên Dêrazorê Newroz bi coş pîroz kir
Şêniyên Dêrazorê Newroz bi coş pîroz kir
Şêniyên Dêrazorê Newroz bi coş pîroz kir
20 adar, 2023   14:16
DÊRAZOR

Di nav de endamên saziyên sivîl û leşkerî, şêx û rûspiyên eşîran, bi sedan şêniyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê Newroz li qada bajarokê Hecînê pîroz kir.

Qada Newrozê bi alên QSD, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Bi îradeya şervanên jin me DAIŞ têk bir û bi îradeya wê wan em ê dagirkeriyê têk bibin" hatibû xemilandin.

Meşaleya Newrozê ji aliyê dayika şehîd Emîra Şemlan, Nadiya Mihemed, cîgirê hevserokatiya meclisa herêma rojhilat a Dêrazorê Selah Selman û rêvebera Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Muna El Iweyîd ve hat pêxistin.

Paşê endamê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Ebdulrezaq El Rehîm axivî, Cejna Newrozê li gelê Kurd û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir. El Rehîm anî ziman ku Newroz cejna berxwedan, azadî û hevgirtina pêkhateyan e. Her wiha banga serhildana li hemberî hemû kesên ku hewl didin projeya neteweya demokratîk têk bibin, kir.

Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Hecînê Mistefa Şihêl axivî û got: "Em vê cejnê li tevahî gelên xwe pîroz dikin. Ev cejn nîşaneya tevgirtina pêkhateyan û biratiya gelan e. Em soz didin ku em ê têkoşînê dewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin û herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk rizgar bikin."

Piştre hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Rena Xetat jî Newroz pîroz kir û got: "Newroz wê bibe destpêkeke nû ya berxwedanê û hêviya şikandina qeydan."

Piştî axaftinan, Koma Keçan a Hecînê, Koma Hemamat Eselam û Koma Eşbal Musteqbel şano pêşandan.

Di dawiya de beşdaran nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê Newrozê de guhdar kirin.

(bb)

ANHA