Barê nexweşxaneya Avrîn girantir dibe

Di encama erdheja 6'ê Sibatê û dorpêça li ser kantona Şehbayê de barê nexweşxaneya Avrîn girantir dibe.

Barê nexweşxaneya Avrîn girantir dibe
Barê nexweşxaneya Avrîn girantir dibe
Barê nexweşxaneya Avrîn girantir dibe
Barê nexweşxaneya Avrîn girantir dibe
Barê nexweşxaneya Avrîn girantir dibe
Barê nexweşxaneya Avrîn girantir dibe
Barê nexweşxaneya Avrîn girantir dibe
Barê nexweşxaneya Avrîn girantir dibe
20 adar, 2023   04:46
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Ji ber dagirkirina Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de û koçberkirina şêniyên wê, şêniyan berê xwe da Kantona Şehbayê û li wir xwe di hemû aliyên jiyanê de bi rêxistin kirin û berxwedana xwe domandin.

Di aliyê tenduristiyê de, Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê li gor derfetên xwe yên kêm nexweşxaneyeke biçûk di maleke mezin a navbera gundê Wehşiyê û navçeya Fafînê yên kantonê de, ava kir.

Piştî demekê, Rêveberiya Nexweşxaneyê û Desteya Tenduristiyê gelek ode li nexweşxaneyê zêde kirin û tê de beşên wekî niştergerî, zayîn, destwerdana lezgîn û rongten, iyadetên mîna jin, çav, nexweşiyên hundirîn, dil, hestî, guh û zarok û gelek beşên din vekirin.

Lê belê ji ber dorpêça hikûmeta Şamê ya li ser kantonê ku ji 5 salan ve berdewam e, gelek zehmetî li pêşiya pêşxistina xebatên nexweşxaneyê û hemû aliyên din ên jiyanê derdikevin.

Bi ser de jî, erdheja ku 6'ê Sibatê qewimiye gelek xesar li nexweşxaneyê kir ku rêveberiya nexweşxaneyê diyar kir ku gelek nîştergeriyên ku dê bihatana kirin, ji bo nexweşxaneyên Helebê hatin veguhestin.

Her wiha, bendên hêzên hikûmeta Şamê rê li ber ambûlansên nexweşxaneyê digirin û nahêlin ku ew nexweşan bibin Helebê; di encamê de jî metirsî li jiyana welatiyan çêdibe nexasim ên ku pêwîstiya wan bi niştergeriyan heye.

Nêzî 600 nexweş sersana nexweşxaneyê dike, lê belê piştî erdhejê ev hejmar gelekî zêde bû û barê nexweşxaneyê girantir kir, nexasim ku derfetên wê ji berê de kêm in.

Ji ber ku di encama dorpêçê de derman derbasî kantonê nabin, nexweşxane dermanên êşkuj bêpere dide nexweşan.

Dermanên pestîna xwînê, şekir û dil, sîromên xwê û şekir û antîbiyotîk li nexweşxaneyê qut bûn ku rêveberiya nexweşxaneyê destnîşan kir ku ew di warê peydakirina wan dermanan de gelek zehmetiyan dikişînin.

Hikûmeta Şamê bi rêya wê dorpêça li ser kantonê û bendên wê yên li ser rêya Heleb-Şehba rê li ber derbaskirina derman û pêdiviyên bijîşkî ji bo kantonê digirin, li hember derbaskirina wan jî pereyên zêde dixwazin.

Li kantonê 32 dermanxane hene ku ew jî ji endamên kampaniyên dermansaziyê, dermanan werdigirin. Lê vê dawiyê jî hêzên hikûmeta Şamê û îstixbarata wan gelek endamên wan kargehan ku derman dibirin kantona Şehbayê girtin û ew bi tawana danûstandina bi Rêveberiya Xweser re radestî dadgeha terorê kirin, her wiha gelek embarên dermanan jî girtin.

(mh)

ANHA