Şêniyên Til Hemîsê şehîd Mahsûm Korkmaz bi bîr anî

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo şehîd  Egîd bibîr anî ku di 15ʹê Tebaxa 1984ʹan de dest bi têkoşîna çekdarî kir.

Şêniyên Til Hemîsê şehîd Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
18 adar, 2023   13:21
 QAMIŞLO

Ji bo vejandina hefteya lehengiyê û ji bo bîranîna fermandarê leşkerî şehîd Mahsûm Korkmaz (Egîd),  Meclisa Navçeya Til Hemîsê bi beşdariya bi sedan şêniyên navçeyê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star merasîmek li Navenda  Çandê ya navçeyê li dar xist.

Endamê Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê Mihemed El Xilêwî axivî û hemû şehîdên azadiyê di şexsê şehîd Egîd de bi bîr anîn û got: “Şehîd Egîd yek ji têkoşerên pêşîn bû ku çirûska şoreşê li dijî zulmê û dagirkeriyê vêxist. Her wiha sembola şehîdan e ku heta niha pêşenga têkoşîna me ye.”

Endamê Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya navçeya Til Hemîsê Mecdel Cuma pesna rola şehîd Egîd da û got: “Ew bû mînaka têkoşîna çekdarî û berxwedana gelê Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê. Di pêvajoyên şoreşê de gelek şehîdan rêya şehîdên pêşîn mîna şehîd Egîd şopand.”

Piştre endama Kongra Star a Til Hemîsê Efra El Casim axivî û soza berdewamkirina rêya şehîd Egîd heta pêkanîna azadiyê ji bo hemû gelên bindest da. Her wiha destnîşan kir ku Hêzên Parastina Gel (HPG) li hember êrişên qirkirinû dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide.

(şx)

ANHA