​​​​​​​Akademîsyen û mafnasan girîngiya bidawîkirina dagirkeriya Tirk anî ziman

Di civîneke diyalogî de mafnas û akademîsyenan berxwedana şêniyên Efrînê û îsrara wan a vegera li Efrînê nîşan da û girîngiya hevgirtinê ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyeyê anîn ziman.

​​​​​​​Akademîsyen û mafnasan girîngiya bidawîkirina dagirkeriya Tirk anî ziman
16 adar, 2023   14:31
QAMIŞLO

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava îro civîneke diyalogî bi dirûşma "Projeya Tirkiyeyê li Efrînê û rêbazên têkbirina wê" li dar xist, tê de 28 mafnas, lêkoler û akademîsyen beşdar bûn.

Civîn hemwextî salvegera 5'emîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, li Qamişlo hat lidarxistin û tê de armancên projeya dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û guhertina demografî hatin nîqaşkirin.

Civîn ji 2 mijarên sereke pêk hat; yek "Projeya Tirkiyeyê û binpêkirinên ku tê de çêdibin", a duyemîn jî "Rêbazên têkbirina projeya dewleta Tirk a dagirker" e.

Civîn ji aliyê rojnamevan Kurdyar Elî û mafnas Welîd Bekir ve hat birêvebirin. Di mijara yekemîn de endamê Navenda Lêkolînan a Rojava lêkoler Welîd El Şêx teqezî bi girîngiya hevgirtinê ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyeyê û eşkerekirina binpêkirinên wê yên li Efrînê da, her wiha behsa guhertina demografiya Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve kir.

El Şêx wiha axivî: "Siyaseta guhertina demografî ya li Efrînê her diçe berfirehtir dibe, nexasim piştî felaketa erdhejê ya dawî, her wiha nêzîkbûna bi awayekî nijadperestî di aliyê belavkirina alîkariyan li zirardîtiyên erdhejê de."

BI PEREYÊN ALÎKARIYAN AVAHIYÊN MÊTINGERIYÊ TÊN AVAKIRIN

El Şêx wiha domand: "Bi pereyên alîkariyan avahiyên mêtingeriyê tên avakirin û şêniyên resen bi darê zorê tên koçberkirin, ev sûc jî li ber çavê cîhanê tên pêkanîn."

Akademîsyen Welîd Çolî dîroka dewleta Tirk a dagirker û siyasetên wê yên qirkirina gelan ji projeya "çareserkirina rojhilat" heta bi dagirkirina Efrînê ve anîn ziman.

Her wiha destnîşan kir ku projeyên dewleta Tirk a dagirker li ser bingeha dagirkirina xaka gelan ava bûne.

Di heman çarçoveyê de serokê Navenda Lêkolînan a Rojava Ehmed Sîno got: "Binpêkirinên ku li Efrînê diqewimin beşek ji siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Kurd û Ermen in, ev siyaset ji aliyê gelek dewlet di serî de Qeter û rêxistinên ku qaşo mirovî ne, tên pêkanîn."

Mafnas Leyla Siwar ji Lubnanê bi rêya Zoomê tev li civînê bû û wiha axivî: "Berî dîtina çareseriyan ji bo kirîza Sûriyeyê divê dagirkeriya li ser xaka wê were bidawîkirin."

Lêkoler Sosin Reşîd jî destnîşan kir ku divê aliyên berpirs binpêkirin û sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrînê pêk tîne belge bike û li civînên navneteweyî pêşkêş bike.

Di mijara duyemîn de, beşdaran berxwedana dîrokî ya şêniyên Efrînê û îsrara wan a vegerê anîn ziman û girîngiya hevgirtinê ji bo bidawîkirina dagirkeriya li ser xaka Sûriyeyê û eşkerekirina sûcên ku li deverên dagirkirî tên pêkanîn, nîşan da.

Hêjayî bibîxistinê ye ku Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava di çarçoveya amadekirina lêkolîneke berfireh bi navê "Veşartiyên projeya Tirkiyeyî li Efrîbê" der barê belgekirina binpêkirinên ku li Efrînê dibin, rêzecivînan li dar dixe, ku tê payîn civîneke din li kantona Şehbayê jî were lidarxistin.

(mh/şx)

ANHA