​​​​​​​Di salvegera 5'emîn a dagirkirina Efrînê de: MSD panelek li dar xist

Beşdarên panela diyaloga ya ku MSD'ê li dar xistiye destnîşan kirin ku berxwedana şêniyên Efrînê yên li kampan û malên wêranbûyî ya li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta Şamê, dê teqez bi ser bikeve.

​​​​​​​Di salvegera 5'emîn a dagirkirina Efrînê de: MSD panelek li dar xist
​​​​​​​Di salvegera 5'emîn a dagirkirina Efrînê de: MSD panelek li dar xist
​​​​​​​Di salvegera 5'emîn a dagirkirina Efrînê de: MSD panelek li dar xist
​​​​​​​Di salvegera 5'emîn a dagirkirina Efrînê de: MSD panelek li dar xist
​​​​​​​Di salvegera 5'emîn a dagirkirina Efrînê de: MSD panelek li dar xist
​​​​​​​Di salvegera 5'emîn a dagirkirina Efrînê de: MSD panelek li dar xist
​​​​​​​Di salvegera 5'emîn a dagirkirina Efrînê de: MSD panelek li dar xist
16 adar, 2023   15:34
ŞEHBA

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di salvegera 5'emîn a dagirkirina Efrînê de paneleke diyalogê bi navê "Di salvegera 5'emîn a dagirkirina Efrînê û tunebûna asoyên çareseriyê de", li dar xist.

Panel li hola kampa Serdem a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê bi beşdariya bi dehan nûnerên partiyên siyasî, endamên deste, meclis û yekitiyên kantonên Efrîn û Şehbayê, hat lidarxistin.

Dîwana panelê ji endamê MSD'ê Azad Reşo, rêvebera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Îlham Mihemed û serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Efrîn û Şehbayê Mihemed Bêrem pêk hat.

Di serî de cîgirê hevseroketiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer bi rêya Zoomê tev li panelê bû û der barê siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî îradeya gel û hevkariya hikûmeta Şamê û Rûsyayê pê re, axivî.

Piştre, endamê PYD'ê Silêman Cafer mijara yekemîn a panelê ya bi navê "Dagirkirina Efrînê berdewamiya kirîzeke mirovî û tunebûna îradeya navneteweyî ye" xwend.

Cafer bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên ku li Efrîna dagirkirî li dijî şêniyan pêk tînin, di serî de revandin û êşkencekirina wan, birîn û şewitandina darên herêmê û xerakirina xwezaya wê, talankirin û wêrankirima deverên dîrokî û şûnwaran û guhertina demografiya wê.

Cafer wiha got: "Berxwedana şêniyên Efrînê yên li kamp û malên wêranbûyî ya li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta Şamê dê teqez bi ser bikeve."

Cafer her wiha bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember sûcên ku li dijî şêniyên Efrînê û yên koçber li kantona Şehbayê tên pêkanîn û avakirina avahiyên mêtingeriyê bi rêya rêxistinên Kiwêtî û Qeterî yên Îxwanî.

Piştre, çalakvanê siyasî Salih Mûsa ji Almanyayê bi rêya Zoomê tev li panelê bû û der barê siyasetên qirkirinê yên ku li dijî şêniyên Efrînê tên meşandin axivî.

Mijara duyemîn a bi navê "Erdhej û bandorên wê yên siyasî li herêmê" ji aliyê hevseroka MSD'ê Emîne Omer ve ku bi rêya Zoomê beşdar bû hat nîqaşkirin.

Di dawiya panelê de beşdaran destnîşan kir ku berxwedana şêniyên Efrînê ya li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta Şamê dê teqez bi ser bikeve.

(mh/şx)

ANHA