​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A  15-3-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A  15-3-2023
14 adar, 2023   23:00

Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo, merasîmê bîranînê yê endama Meclisa Serokatiya Kongra Gel şehîd Delal Ezîzoglu (Raperîn Amed) lidardixe, saet 10:00`an li hola Rewabî ya li bajarê Qamişlo. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bernameya Newroza 2023`an eşkere dike, saet 11:00`an li ber çerxereya Yûsif Gulo. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan li Navçeya Til Hemîs 41 şehîdên ji Til Hemîsê bibîrtînin, merasîm li avahiya Navenda Çandê saet 11:00`an li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

MSD`ê “Bi Boneya Salvegera Destpêkirina aloziya Sûriyê” li Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyekê dide, saet 10:00`an. Di heman çarçoveyê de MSD`ê panelekê diyarlogê li avahiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê ya herêma kargehan a rojavayê Dêrazorê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Ciwanan a Sûriya Demokratîk panelek bi navnîşan “Salvegera destpêkirina şoreşa Sûriyeyê” li hola MSD`ê ya Hesekê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê mîhrîcaneke xetabî bi dirûşma “Bi giyanê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûiryê şoreşa Sûriyeyê bi ser dikeve” li hola Tac li dar dixe saet di 10:00`an de. Meclisa Idliba Kesk bi dirûşma “Şoreş heta serkeftina gel û pêkanîna demokrasiyê” çalakiyek li avahiya meclisê ya Reqayê li dar dixe saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Kantona Qamişlo maşeleyên Newroza 2023`an pêdixin, saet 17:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlêbûna şêniyan a hemleya komkirina îmzeyan silav kir ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dike û dê wesîqeya wê radestî CPT'ê bikin. Her wiha rayedarên hemleyê eşkere kirin ku hemle dengê gelan yek bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di encama dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şêxmqsûd û Eşrefiyê de, derman, alavên tenduristiyê û sotemenî li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir kêm in û eger ev rewş dirêjtir bike, dibe ku nexweşxane ji xizmetê derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên Herêma Firatê destnîşan kirin ku madem Rêber Abdullah Ocalan ji azadiya xwe ya fîzîkî mehrûm e, dê li qadan bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

12 sal piştî aloziya Sûriyeyê, hê jî krîzên siyasî, leşkerî, aborî û jiyanî li welat didomin û rêya çareseriyeke mayînde nehatiye dîtin. (BI WÊNE)

ANALÎZ

Bi erdhejê re Sûriye careke din vegeriya ser maseya siyasetê. Têkiliyên Şamê yên bi Uman, Urdin û Erebistana Siûdî re, ji sala 2011'an de dema destpêkirina şerê navxweyî, cara yekê ye aliyan tînin cem hev. Ji ber erdhejê hin welatên Ereban şande şandin Şamê da ku sersaxiya xwe ragihînin û alîkariyê bikin. Bê guman ev siyaseta erdhejê ku ji ber trafîka dîplomatîk pêk hat, wek gavên misogerkirina vegera Sûriyeyê li cîhana Ereban tê dîtin. (BI WÊNE)

ÇAND Û HUNER

Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê veguheriye cihê pêşxistina behreyên zarokan. Di nava 5 salan de behreyên zêdetirî 300 zarokî hatin geşkirin. Ji wê zêdetir navend roleke mezin di vejandina çand û kevneşopiya herêmê de dilîze. (BI WÊNE)

Nivîskar û wergêr Kawa Nemir pirtûka nivîskar James Joyce ya bi navê Ulysses ku yek ji romanên girîng ên wêjeya cîhanê ye, wergerande zaravaya Kurmancî ya zimanê Kurdî. (BI WÊNE)

ANHA