ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-3-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-3-2023
9 adar, 2023   23:00

Ji ber ku dewleta Tirk hewl dide ku jiyanê li ser beravên Firatê tune bike, rûbera wê biguhere û beravên wê bor bike, jiyana bi milyonan sûrî di xetereyê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Heyva Sor a Kurd plan dike ku projeyên xizmetguzarî û tenduristiyê li kantona Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên dorpêçkirî pêk bîne; bi armanca ku barê welatiyan nexasim piştî erdhejê, sivik bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Komîteyên aboriya jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê, peydakirina derfetên kar ji bo jinan û pêşxistina aboriya civakî, projeyên xwe yên aboriyê, bi taybetî kooperatîfên çandiniyê berfireh dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

Komîna Şanoyê bi hevkariya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk amadekariyên lidarxistina Mîhrîcnaa Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê Şeşemîn dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Nebarîna baranê gefan li çandiniya bejî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Pispor û cotkaran da zanîn ku heke heta hefteyekê baran nebare çandinî dê zirareke mezin bibîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ROJHILATA NAVÎN

Hêzên li Yemenê şer dikin, li çareyeke nû ya dûrî rageşiya leşkerî digerin. Zêdetirî 8 salan e li welêt şer dewam dike. (BI WÊNE)

ANHA