​​​​​​​Zuhakirina çem û kaniyan stratejiya Tirkiye li gel meşandina şerê qirkirin

Ji ber ku dewleta Tirk hewl dide ku jiyanê li ser beravên Firatê tune bike, rûbera wê biguhere û beravên wê bor bike, jiyana bi milyonan sûrî di xetereyê de ye.

​​​​​​​Zuhakirina çem û kaniyan stratejiya Tirkiye li gel meşandina şerê qirkirin
10 adar, 2023   04:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li rex sûcên şer, guhertina demografiyê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mîna DAIŞ, Cebheta El Nusra û Artêşa Watanî di çend salên dawîn de pêk tînin, dewleta Tirk a dagirker hemwextî domandina êrişan li dijî herêmê, şerê avê li dijî sûriyan ragihand.

Dewleta Tirk a dagirker plana xwe ya herî xetere li dijî gelê li ser beravên Firatê dijî, didomîne.

Siyaseta dewleta Tirk a dagirker li dijî çemên Firat û Dîcle, karesateke mirovî û xwezayî çêdike. Lê ya ku derfetê dide wê ku wisa bike, helwesta nediyar a hikumetên Iraq û Sûriyeyê ye.

6`ê Mijdara borî Erdogan di merasîma vekirina duyemîn mezintirîn bendavên Tirkiyeyê Bendava Alîsu de ku li ser çemê Dîcleyê hatiye avakirin, pêwîstiya parastina welêt ji xetereyê zuhabûnê û encamên wê mîna kêmbûna xwarinê destnîşan kiribû.

Hemwextî daxuyaniyên Erdogan, bi milyonana sûrî û iraqî ji ber kêmbûna ava çemên Firat û Dîcleyê, di nava zehmetiyên mezin de ne ku bandor li çandiniyê, peydakirina ava vexwarinê kir û bû sedem ku bûyerên jehrîbûnê zêde bibin.

Kêmbûna avê li ser beravên Çemê Firatê li Sûriyeyê dê niştecihên wê neçar bike ku koçber bibin. Ev jî tam daxwaza dewleta Tirk a dagirker e. Ji bo dewleta Tirk ev armanceke demdirêj û stratejîk e.

Dewleta Tirk bi gelek rêbazan hewl dide ku hejmara herî zêde ya niştecihên herêmê koçber bike û herêmê vala bike, çi bi rêya şerê taybet ê ku saziyên wê yên îstixbaratê pêk tîne yan jî tobparana domdar bi çekên giran û balafirên bêmirov.

Li gorî çavdêran, ev siyaset û kiryar nakokiyên neteweyî di navbera tirkan, kurdan û ereban de diafrîne ku xuya dike ku gelê Tirk avê qut dike. Ji ber ku berê di encama desthilata osmaniyan de hesasiyet di navbera van neteweyan de hebû. Kiryar û sûcên dewleta Tirk a dagirker jî bi awayekî neyînî bandor li têkiliyên bi dewletên cîran re kir. Her wiha hesasiyeteke mezin jî afirand. Ji ber wê dewlet û desthilata Tirk bûye belayek li ser serê gelê Tirk bi xwe.

TORA BENDAVÊN TIRKIYE Û BANDORÊN WÊ LI SER SÛRIYEYÊ

Ji 1966`an ve dewleta Tirk a dagirker dest bi avakirina toreke bendavan li ser Çemê Firatê kir. Bendava yekemîn Keban li eyaleta Elazgi ya Bakurê Kurdistanê ye ku li paş wê 30 milyar metrekav av tê depokirin. Piştî wê dewleta Tirk avakirina bendavan domand; li Erzincanê bendava Begiştaş, li Amedê Karkaraya, di navbera eyarletên Ruha û Semsûrê Ataturk, li Dîlûkê Karkamiş.

Bendava Ataturk yek ji 5 bendavên cîhanê yên her mezin e. Li paş wê 48 milyar metrekab avê tê depokirin. Sedemeke sereke ya kêmbûna ava ber bi Sûriye û Iraqê ve diherike.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker di 50 salan de di çarçoveya projeya GAP de bi dehan bendav ava kirin.

Ruxmî ku gelek pirsporên jeolojî der barê xetereya komkirina miqdarên mezin ên avê ku digihêje 50 milyar metrekab li paş bendava Ataturk hişyarî dan û gotin yek ji sedemên rûdana erdhejê li herêmê ye, lê dewleta Tirk a dagirker israr dike ku avê bernede, jiyana bi milyonan kes bixe xetereyê û ava çemê Firatê li ser Sûriyeyê qut bike.

Di encama van kiryarên dewleta Tirk a dagirker û guhertina xeta herikîna gelek çemên şaxî li deşta Horan û Siûcê, piraniya çem û kaniyan zuha bûn ku ber bi Sûriyeyê ve diherikîn mîna Çemê Sacûr ê bakurê Minbicê, Belîx ê di navbera Girê Spî û Reqayê de, Xabûr û şaxên wê yê herêma Cizîr.

Bi gelemperî, dewleta Tirk a dagirker niha, miqdarên gelek kêm ên ava Çemê Firatê ji bendavên xwe berdide ji bo ku kehrebeyê derxe. Yanî bi awayekî zelaltir, heke dewleta Tirk a dagirker av bernede, nikare kehrebeyê peyda bike.

Enqere lihevkirina sala 1987`an bi Şamê û Bexdayê re îmze kiriye paşguh dike ku divê para Sûriyeyê ji Çemê Firatê di her saniyekê de 500 metrekab be. Piştre Sûriye bi rêjeya ji sedî 60`ê para xwe ber bi Iraqê ve berdide.

ALOZIYA AVÊ REWŞA TRAJEDÎK A LI SÛRIYEYÊ GIRANTIR DIKE

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 3 bendav li ser Çemê Firatê hatine avakirin; Rojava (Teşrîn) a başûr rojhilatê Minbicê, Firat ku mezintirîn bendavên Sûriyeyê ye li nêzî bajarê Tebqayê, bendava Azadî (Baas) li bajarê Reqayê.

Rêjeya ava ku dikeve Sûriyeyê ji sedî 70 ye. Firat damara jiyana bi milyonan sûrî ye ku li herêma Firatê, Reqa û Dêrazorê dijîn. He wiha ava vexwarinê ji bajarê Helebê re peyda dike ku duyemîn mezintirîn bajarên welêt e.

Bi rêya Çemê Firatê derdora 900 hezar hiktar zeviyên dan tên avdan. Jê ya herî girîng, genim, bistan û darên berhemdar. Li gorî komît û desteyên çandiniyên yên herêmê cuda, ji havîna 2020`an ve 400 hezar hiktar bê av mane. Rêveberiya Bendavan demeke berê got berdewamkirina kiryarên Tirkiyeyê dibe ku zirarê bide 600 hezar hiktar li ser beravên Çemê Firatê.

Li gel dorpêça aborî ku li ser herêmê hatiye ferzkirin, kêmbûna bitirs a Çemê Firatê bi awayekî neyînî bandor li hilberîna xwecih dike ku beşeke mezin a rêgeza xwetêrkirinê pêk tîne.

Ji bo derxistina kehrebeyê di asta herî nizm de bi rêya xebitandina turbînekê li Bendava Teşrînê yan jî Firatê pêwîstiya bendava bi herikandina 300 metrekab di her saniyekê de heye. Lê miqdara ku niha diherike, 150 metrekab di her saniyekê de ye û hin caran heta 125 metrekab kêm dibe.

Bi destpêkirina Adarê re, Rêveberiya Bendava Teşrînê ragihand ku ji ber neherikîna rêjeya pêwîst a avê, bendav rawestiya. Di encamê de bi dehan gund û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê kehrebe ne. Lê piştre di 8`ê mehê de bendav dîsa xebitî.

Li gel vê rewşê, dê saetên derxistina kehrebeyê ji beriya rawestandina bendavê, kêmtir bibin.

(şx)

ANHA