​​​​​​​Çawa cîhanê roja 8'ê Adarê pîroz kir?

Li seranserî cîhanê jinan bi awayên cuda roja 8'ê Adarê pîroz kir lê belê hêvî û daxwazên wan yek bûn, hemwextî berdewamiya têkoşîn û berxwedana jinan a ji bo bidestxistina mafên xwe, siyasetên dijberî wan jî didomin, gelo çawa cîhanê roja 8'ê Adarê pîroz kir?

​​​​​​​Çawa cîhanê roja 8'ê Adarê pîroz kir?
9 adar, 2023   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja Jinan a Cîhanê bi awayên cuda bi cudabûna civakan tê pîrozkirin, her wiha têkoşîna jinên wan civakan a ji bo bidestxistina mafên xwe jî bi awayên cuda tê meşandin. Hemwextî wê jî hewldanên pergalên hegemonîk ên têkbirina wê têkoşînê jî didomin û zêdetir dibin.

Tevî girîngiya vê rojê jî, dîsa gelek dewletên ku demokrasiyê derdixin pêş, azadiya jinan asteng dikin û heta rolên ku jin dilîzin jî di bin çavdêriya xwe de dihêlin. Li hember vê jî di gelek dewletên din de jin bûn hêza sereke ya avakirina civakan û êdî navê “nîvê civakê” ji ser xwe avêtin; di vê nûçeya xwe de em ê behs bikin ka çawa jinan li dewletên cuda Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.

LI IRAQÊ: ZEHMETIYÊN JINAN BERDEWAM IN

Çalakvanên sivîl ên Iraqî bi rêya platformên Iraqî jin û keçên ku ji ber bihaneyên cuda hatine kuştin, bi bîr anîn. Her wiha hin jinên din ku di xwepêşandanan de hatine kuştin jî bi bîr anîn, lê li hember bangên azadiya jinan û misogerkirina mafên wan, bi sedan jinên Iraqî hene ku tundî û tecawizkirin li ser tên meşandin beyî ku qanûn parastina wan bike.

Duh jî "Kongreya Bexda Paytexta Jina Ereb" bi rêveberiya serokê meclisa wezîran Mihemed Şiya El Sûdanî hat lidarxistin.

MISIR: BER BI QANÛNEKE YEKBÛYÎ JI BO TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JINAN VE

Ajansa Nûçeyan a Jinan (NUJINHA) da zanîn ku roja sêşemê (7’ê Adarê) saziya El Mera El Cedîde (Jina Nû) komxabeteke diyalogê li dar xist. Tê de der barê tundiya li ser jinan bi gelek însiyatîf û komeleyên ciwanan re nîqaş kir û ji bo derxistina qanûneke yekbûyî ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li hev kir.

Di hevtinê de bi dirûşma "Ber bi firehkirina asoyên diyalogê der barê parastina jinan de", behsa rola civaka sivîl di aliyê parastina jinan de hat kirin, her wiha îşaret bi zehmetiya li pêşiya jinan derdikevin, hat kirin.

PARLAMENTERÊN URDUNÎ BANGA DOMANDINA TÊKOŞÎNA JINAN KIR

Di heman çarçoveyê de, parlamenterên jin ên Urdunî banga domandina têkoşîna jinan heta bidestxistina mafên xwe û sazkirina qanûnên nû kir ku mafên wan diparêzin.

Parlamenter Meyade Şirîm ku bi xwe seroka Komîteya Jinên Parlamenter e got: "Roja 8'ê Adarê ji bo her jineke azad û xwedî armanc hêviyeke nû ya domandina têkoşînê ye ji bo ku mafên xwe bi dest bixe û qanûnên werin sazkirin ku wan û mafên wan diparêze."

PIŞTGIRÎ JI BO SERHILDANA ROJHILAT, ÎRAN Û JINÊN EFGANISTANÊ

Her wiha, ji bo piştgiriya serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê, Îran û Efganistanê jî jin li deverên cuda yên cîhanê meşiyan. Nexasim piştî astengkirina azadiya jinan û tundiya li ser wan di sala borî de. Tê zanîn ku ji bêhtirî 6 mehan ve ji ber kuştina keça Kurd "Jîna Emînî" ji aliyê “Polîsa Exlaqî” ya Îranî ve bi bihaneya lixwenekirina hîcabê, serhildan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir.

JINÊN MEXRIBÎ BANGA WEKHEVÎ Û AZADIYÊ KIR

Di çarçoveya pîrozkirina roja 8'ê Adarê de, Federasyona Weqfa Mafên Jinan li pêşiya avahiya parlamentoyê mêtingek li dar xist, tê de jinan bi siloganên "Îro berî sibe, maf, wekhevî û rûmet berî her tiştî ne", "Wekhevî, hevbeşî û azadî" bang kirin.

Seroka federasyonê Semîra Mohiya destnîşan kir ku ev çalakî ji bo bîranîna Roja Jinan a Cîhanê ye û bi armanca gihandina dengê jinên Mexribî ye, ji bo ku balê xwediyên biryarê û siyasetmedarên parlamentoyê bikişîne ser ku êdî dem hatiye destûra mexribî li gorî pîvanên navneteweyî be ku Mexribê ew erê kiriye.

(mh/şx)