​​​​​​​Panorama hefteyê: DAIŞ sûdê ji karesata erdhejî digire, dewleta Tirk şerê avê nû dike

Ji dema rûdana erdhejê wêranker ve çalakiyên berbiçav ên çeteyên DAISʹê li çolistana Sûriyeyê hatin dîtin.  Çeteyên DAIS erdhej wekî fersendekê dibînin da ku xwe bighînin herêmên din. Li aliyekî din jî dewleta Tirk şerê avê li dijî Iraqê nû dike.

​​​​​​​Panorama hefteyê: DAIŞ sûdê ji karesata erdhejî digire, dewleta Tirk şerê avê nû dike
5 adar, 2023   04:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakbûna DAIŞ`ê li Sûriyeyê, şerê avê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Iraqê dimeşîne û aloziya aborî ya Lubnanê mijarên hefteya borî yên rojnameyên erebî bûn.

′DAIŞ SÛDÊ JI KARESATA ERDHEJÊ WERDIGIRE’

Rojnameya Itîhad El Îmaratî têkildarî rewşa Sûriyeyê ev tişt nivîsî: "Duh, dema welatiyan hewl dida bi erebeyê biçin kimê (dumbelan) li rojhilatê Sûriyeyê berhev bikin, teqînek bi erebeya wan de çêbû, di encamê de 8 sivîl mirin û nêzî 40 jî birîndar bûn. Her wiha rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst jî karesata erdheja wêranker derfet digire ku xwe ji nû ve li Sûriyeyê belav bike, nexasim li herêma çolistanê ku di çend rojên borî de rêzeêrişên terorîst pêk anîn.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA′yê da zanîn ku dema welatiyan hewl dida kimê li herêma Kebacib a başûrê rojavayê Dêrazorê berhev bikin, bermahiyeke terorîstên DAIŞ′ê bi erebeya wan de teqiya, di encamê de 5 welatî mirin û zêdetirî 40 jî birîndar bûn.

Beriya 3 rojan, di encama teqîna 2 mayînên ji bermahiyên rêxistina DAIŞ′ê li Hemayê ya Sûriyeyê de 10 welatî mirin û 12 birîndar bûn. Her wiha dîsa SANA′yê got wan welatiyan kimê berhev dikir. DAIŞ′ê di 17′ê Sibatê de êrişek bir ser rojhilatê Humisê, di encamê 68 sivîl û leşkerên ku kimê berhev dikirin, kuştin. Beriya wê jî di 11′ê Sibatê de careke din rêxistina DAIŞ′ê êrişî herêma Tedmurê ya Humisê kir, di encamê 10 welatî û endamên hêzên hikumetê hatin kuştin.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê sûriyeyî Şêrwan Yûsif da zanîn ku ji Sibatê ve anku dîroka erdheja wêranker a li herêmê çêbûye çalakiya zêde ya DAIŞ′ê li Dêrazorê û bejahiyên Humisê hate şopandin. Hin hewlên reva endamên rêxistinê ji hin girtîgehan hebû, ji wan 20 girtiyên di girtîgeha Raco ya bakurê rojavayê Sûriyeyê ne ku di wê girtîgehê de nêzî hezar û 300 DAIŞ′ê hene.

Şêrwan Yûsif da zanîn ku DAIŞ′ê ji dema 2019′an de stratejiya xwe guhartiye û xwe dispêre şerê çetetiyê bi rêya şaneyên xwe ku di dema borî de li gelek herêmên Sûriyeyê xwe zêde kirine. DAIŞ′ê, ruxmî hemleyên ewlehî yên fireh ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk anîne, 14 êrişên terorîst pêk anîn.

Di 7 mehên borî de rêxistina terorîst 34 êrişên terorane li başûrê Sûriyeyê girtin ser xwe.

Yûsif da zanîn ku hebûneke aktîf û kontrola DAIŞ′ê li hin herêmên rojhilatê Dêrazorê hene. DAIŞ′ê karesata erdhejê derfet girt ku careke din xwe li Sûriyeyê belav bike. Ev yek nîşan dide ku DAIŞ′ê hîna bi dawî nebûye."

 ‘KÊMBÛNA AVA FIRAT Û DÎCLEYÊ; ŞERÊ AVÊ YÊ TIRKIYEYÊ LI DIJÎ IRAQÊ DÎSA DEST PÊ KIRIYE’

Rojnameya El Ereb wiha nivisî: “Dîsa rêjeya ava depokirî li parêzgehên başûrê Iraqê gelekî kêm bûye. Desthilatê sedemên vê yekê vegerandin Tirkiyeyê. Ev destnîşan dike ku Enqere şerê avê li dijî iraqiyan ji nû ve dest pê kiriye.

Wezareta Jêderên Avê ya Iraqê ragihand ku desthilata Tirkiye herikîna ava çemên Firat û Dîcleyê gelek kêm kiriye. Ev jî bi awayekî neyînî bandorê li rêjeya ava depokirî ya welêt dike.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku sedema kêmbûna parên ava li parêzgehên başûrê welêt di çend rojên dawîn de vedigere, kêmkirina herikîna avê ya bendava Mûsilê, Dîcle û bendava Hedîsa ya li ser Firatê ji aliyê Tirkiyê ve. Di encamê de rêjeya ava depokirî gelekî kêm bûye.

Ji ber ku av zêde kêm bûye êdî pêkan e ku li bajarê Nasriyê yê parêzgeha Zîqar a başûrê Iraqê, binê çemê Firatê û bingeha pirên çemê bêne dîtin.

Dosyaya avê, ji bo Iraqê mijareke bingehîn û girêk e. Bexda gelek caran Îran û Tirkiye tawanbar kirine ku rêjeya herikîna avê ya welêt kêm kiriye nexasim ku bendavan li ser her du çeman ava dikin.”

′LUBNAN DI BIHAKIRINA KEL Û PELAN DE XWE DISPÊRE DOLAR′

Rojnameya El Beyan têkildarî rewşa Lubnanê wiha nivîsî: "Lubnanê rûpela bihakirina bi lîreyê Lubnanê tewand û rûpela bihakirina bi dolar vekir. Dikanên firotina xurdemeniyê yên li Lubnanê ji bo pêkanîna biryara Wezareta Aboriyê di bihakirina kel û pelan de xwe spart dolar û li gorî nirxê dolar li sûkê divê pereyê lubnanî were dayîn an jî dolar.

Li gel rewşa heyî û nîşaneyan û rewşa siyasî ya hilweşiyayî, hîna dolar pir bilind dibe. Bi wê re buhayên xurdemenî û sotemeniyê pir bilind bûn, her wiha bihakirina kel û pelan li dikanên bazirganiyê bi dolar e."

(şx)