​​​​​​​Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist

Bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist.

​​​​​​​Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
3 adar, 2023   14:08
DÊRAZOR

Di civînê de nûnerên Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên jin ên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê di civînê de amade bûn.

Rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê Suha El Seîd nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan û rapora rewşa siyasî xwend.

Suha El Seîd êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û ambargoya ku hikumeta Şamê ferz kiriye şermezar kir û got: "Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, sûcên qirkirina çandî û mirovî, her wiha li hemberî polîtîkayên birçîkirinê ku hikumeta Şamê li ser gelê me pêk tîne, divê têkoşîn were xurtkirin."

Berdevka Jinên Ciwan a xeta navîn a Dêrazorê Efaf El Xilêf rapora Yekitiya Jinên Ciwan a giştî ya sala 2022ʹyan xwend. Beşdaran rewşa rêxistinî û zehmetiyên li pêşiya wan nirxandin.

Civîn bi van biryaran bi dawî bû:

- Dewreyên perwerdeyê yên girtî wê ji bo jinan werin vekirin

-Dewreyên perwerdeyê yên vekirî wê werin vekirin.

- Li dijî narkotîkê pêngav wê werin lidarxistin.

-Li dijî zewicana di temenê biçûk de wê pêngav werin lidarxistin.

- Wê dewreyên fêrkirina xwendina û nivisandinê ji bo jinan werin vekirin.

- Wê dewreyên fêrkirina kombuterê werin vekirin.

-Ji aliyê nûnerên Yekitiya Jinên Ciwan wê semîner werin dayîn.

- Her 6 mehan wê jinên ciwan ên Dêrazorê li hev bicivin.

(bb)

ANHA