Sedem ne cezayên li ser Sûriyeyê ne, gendelî ye

Erdheja 6`ê Sibatê rewşa aborî xirbatir kir. Tevî ku cezayên li ser Sûriyeyê heta 180 rojan hatin sivikkirin jî, lê madeyên sereke hê jî biha ne û rewşa jiyanî xerabtir dibe. Li gorî pispor, bazirgan û welatiyan, sedema bihabûnê û rewşa xirab a jiyanî gendeliya di saziyên hikumeta Şamê de ye.

Sedem ne cezayên li ser Sûriyeyê ne, gendelî ye
2 adar, 2023   06:33
ŞAM-EŞTAR EBDULFETAH

Gelek çalakvanên sivîl xwestibû cezayên li ser Sûriyeyê yên bandorê li jiyanê dikin, bên rakirin. Hinekan îdia kiribû ku ceza sedema bihabûna li herêmên hikumeta Şamê ne. Piştî erdhejê jî xizanî zêdetir bû, sûriyeyî bê mal man û stargeh jî bi welatiyan hatin dagirtin.

Cezayên Amerîkayê heta 180 rojan hatin sivikkirin, da ku ji bo hemû sûriyeyan bibe hêviyek û buhayên kel û pelan kêm bibe. Lê berovajî wê pêk hat, kel û pelan biha bûn û zarok di nava çopê de li xwarinê digerin. Kîloya pîvaz gihaşt 12 hezar lîreya Sûriyeyê.

Akademîsyen û mamosteyê aboriyê yê alîkar di fakulteya rêveberiya kar û baran de Dr. Muhîb Salhe li ser rûpela xwe behsa “teoriya pîvazê” kir û wiha got: "Heya ku pîvaz ji kêmasiya nisbeten xweş be û buhayê wan li gorî zêr aram be, vegerandina qaîdeya zêr/pîvaz ji bo enflasyonê ya di aboriya Sûriye û Lubnanê de bikêr e, ji ber vê yekê pejirandina pîvaz wekî pereyê kel û pelan li şûna pereyê (lîre) wekî navbeynkarê berdêl, pîvana nirxê, amûrek ji bo dayîna paşxistinê û depoyekê ye. Ew nirx (pere) dê gav bi gav bixebite da ku asta giştî ya bihayan li her du welatan aram bike û aramiyekê bidomîne û têkiliya di navbera her yek ji pîvazên sûrî û lubnanî de û di navbera zêr de, ku rê li ber aramiya bazara pevguhertina pereyan vedike, ku teşwîqê fînansmenên nîştimanî, erebî û biyanî dike û çerxa hilberînê ya ku ji ber ziwabûna kronîk rawestiya ye, dimeşîne. Ew yek jî ji ber polîtîkayên aborî yên ku tenê xizmeta berjewendîyên fraksiyonên herêmî û berjewendiyên stratejîk ên welatên herêmê dike, pêk tê."

Froşkarekî ku ji tirsa hêzên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike behsa sedemên bihabûna pîvazê kir û got: “Ji jêderê ve pîvaz biha ye. Li gel vê rewşê û gendeleya heyî em nikarin zirarê lI xwe bikin. Çavdêrî tim li ser serê bazirganên biçûk e. Lê tevgerên xwediyên hegemonyayê têne paşguhkirin.”

Êdî mijara rakirina beşî ya cezayan bûye yek ji xebatên pêşîn ên rewşenbîr û akademîsyanan, ji ber ku yek ji sedemên bihabûnê û enflasyonê ye. Pisporeke aboriyê ku nexwest navê xwe eşkere bike dema serdana Şamê kir wiha anî ziman: “Tu girîngiya rakirina cezayan tune ye ku buha hîna zêde dibin.”

Zanîngeha Şamê têkildarî biryara Amerîkayê ya der barê sivikkirina cezayan panelek li dar xist. Mamosteyê qanûna bazirganiyê yê Fakulteya Parêzeriyê Dr. Musa Metrî behsa girîngiya birêxistinkirina hewldanên xêrxwaziyê yên demdirêj û demkurt kir û bang kir ku divê pêvajoya cemidandina beşî ya cezayan, werin fînansekirin û veguhastina bankî ji aliyê sûriyên li derve werin teşwîqkirin û diravê biyanî werin pêşxistin. Her wiha sendoqek ji bo rêveberiya civaka sivîl ji hêla dewletê ve bê çêkirin, da ku mekanîzmayên rêxistinî werin danîn û xebata desteyên din werin şopandin. Her wiha divê şîrketên alîkariyê yên biçûk ên ferdan werin nûjenkirin, da ku projeyên xwe yên stratejîk ên xwedî kêrhatinên aboriyê bi pêş bixin.

Mamosteyê zanistên siyasî Dr. Xalid El Misirî jî îşaret bi girîngiya pêkanîna guhertinan di saziyan de kir,  ji bo ku rê li pêşiya gendeliyê bê girtin.

Mamosteyê qanûnên navneteweyî yê Fakulteya Parêzeriyê Dr. Îbrahîm Diracî destnîşan kir ku pêwîstî bi pergaleke diyar û realîst a veguhastinên malî û pêkanîna mekanîzmayeke pisporê madeyên xêrxwaziyê heye. Li kêlek wê jî pêwîstî bi koordînakirina bi aliyên xêrxwaz û diyarkirina aliyên divê dan û standinê pê re werin kirin, heye.

Di dawiya panelê de, teqezî bi pêwîstiya lidarxistina civînên asayî yên komîteyê kombûyî hat kirin da ku bi geşedanên awarte di qada siyaset, qanûn û aboriyê de çêdibin re mijul bibe.

Li aliyekî din aktîvîstekî ji parêzgeha Siweydayê diyar kir ku rakirina beşî ya cezayan, erênî ye heta ku demkî be ji bo ku encamên trajedîk ên karesatê hinekî sivik bibin, lê di heman demê de destnîşan kir ku gendeliya di nava saziyên hikumetê de hişt ku bihabûn berdewam bike.

Nêrîn û ramanên têkildarî sedemên bihabûnê û girêdana wê bi cezayên aborî re, cuda ne. Tevî wê jî, rewşa trajedîk mîna berê ye.

Xizanî, hejarî û gendelî têgînên ku jiyana sûriyan dorpêç dikin. Sûrî hemû cureyên mirinê tecrube kirin. Lê derman bi destê wan e û divê siyasetên aborî yên baş bimeşînin ku rêjeya bêkariyê kêm dike, rêgeza zelalbûnê, edaleta civakî û aboriyê pêk tîne.

 (şx)

ANHA