​​​​​​​Bi wêneyan kêmbûna ava Firatê

Wêneyên nû yên çemê Firatê ji asîman hatin kişandin. Di wêneyan de diyar dibe ku ji ber bendavên dewleta Tirk ava çemê Firatê li nav xaka Sûriyeyê gelekî kêm bûye û qiraxên wê ziwa bûne.

​​​​​​​Bi wêneyan kêmbûna ava Firatê
​​​​​​​Bi wêneyan kêmbûna ava Firatê
​​​​​​​Bi wêneyan kêmbûna ava Firatê
27 sibat, 2023   09:25
KOBANÊ

Wêne di havîna 2020 û ya 2022`yan de ji asîman de hatin kişandin. Di wêneyan de diyar dibe bê ka çawa ava çemê Firatê ji ber girtina avê ji beriya 2 salan de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, kê bûye. Dewleta Tirk zêdetirî ji sedî 60 para Sûriyeyê ji ava çem bernade.

Di wêneyên pira Qereqozaq a li kantona Kobanê de, diyar dibe ku ava çem bi sedan metreyan kişiyaye.

Wêneyên din ên ji daristaneke li Tebqayê û qiraxa gola Firatê hatine kişandin, asta ziwabûna li qiraxên çem nîşan didin.

Dewleta Tirk a dagirker di saniyeyekê de tenê kêmtirî 200 metrekab avê berdide. Ev jî ne li gorî peymana di navbera Enqere-Şam-Bexdayê de ye. Divê li gorî wê di saniyê de 500 metrekab av bê dayîn.

Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 22`yê Sibatê de daxuyandibû ku ji ber kêmbûna avê bendavên Tişrîn û Firat bi ziwabûnê mezin re rû bi rû ne.

Bi kêmkirina avê re, xelkê bi sedan gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xeteriyê re rû bi rû dimînin. Kêmbûna avê di heman demê de bandorê li çandinî, kehrebe û peydakirina ava vexwarinê dike.

(cx)

ANHA