​​​​​​​Sûcên dagirkeran ên li dijî xwezaya Efrînê didomin

Çeteyên ‘El Hemzat’ ên Tirkmen ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, 75 darên zeytûnan ên welatiyekî ji navçeya Bilbilê birîn.

​​​​​​​Sûcên dagirkeran ên li dijî xwezaya Efrînê didomin
27 sibat, 2023   09:03
ŞEHBA

Çavkaniyên taybet ji herêmê ragihand ku çeteyên El Hemzat 75 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Seîd Behrî yê ji şêniyên navçeya Bilbilê ya Efrînê birîne.

Darên ku hatine birîn di nava zeviyeke li ser rêya gundê Zerê yê Bilbilê de bûn.

Artêşa Tirk a dagirker ji bo tengavkirin û koçberkirina xelkê resen ê Efrînê û mayîndekirina dagirkeriya xwe li herêmê, sûcên xwe didomîne.

(zh/cx)

ANHA