Li Rojhilatê Kurdistanê mamostayekî zimanê kurdî hat binçavkirn

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, mamosteyê zimanê kurdî û endamê Encûmena Çandê ya Nûjînê Umêd Muşîr Penayî ji aliyê îstixbareta Îranê ve hat binçavkirn .

Li Rojhilatê Kurdistanê mamostayekî zimanê kurdî hat binçavkirn
25 sibat, 2023   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Encûmena Çandê ya Nûjînê bi daxuyaniyekê diyar kir ku mamosteyê zimanê kurdî Umêd Muşîr Penayî ji ber ku bi kurdî bersiva pirsên îstixbarata Îranê daye, li bajarê Sineyê di 23’yê Sibatê de hat binçavkirin.

Encûmena Çandê ya Nûjînê eşkere kir ku Umêd Muşîr Penayî roja Pêncşemê ji bo îfadeyê ji bo navenda îstixbarata Sineyê hatibû vexwendin, ji ber ku bersiva pirsên hêzên ewlehiyê ne bi farsî bi kurdî daye, hate binçavkirn .

Encûmena Çandê ya Nûjînê eşkere kir ku tu agahî ji endamê xwe negirtine û aqûbeta wî ne diyar e.

Encûmena Çandê ya Nûjînê di sala 2010’an de hatiye damezirandin û kar û xebatên ziman, çandî û rewşenbîrî dide meşandin.