Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mutşer El Ehmed şehîd bû

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêrazorê Mutşer El Ehmed şehîd bû.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mutşer El Ehmed şehîd bû
25 sibat, 2023   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye:

ʹʹEndamekî Asayîşa me yên herêma Dêrezorê roja Sêşemê 21’ê Sibatê, dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe pêk dianî, gihişt asta şehadetê.

Nav û paşnav: Mutşer El Ehmed

Navê Bav: Ehmed

Navê Dayikê: Kemîle

Cih û dîroka tevlîbûnê: Siwer 25-11-2018

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor 21-2-2023

Şehîd Mutşer El Ehmed çar salan di nava refên Asayîşê de kar kir, endamekî fedakar û xwedî rihê hevaltiyê bû, her dem amade bû ku fedakariyeke bi nirx û hêja ji bo welatê xwe bike. Şehîd Mutşer erka xwe bi temamî bi cih dianî, heta ku dema erka xwe ya parastina şêniyên xwe û welatê xwe bi cih dianî di êrişeke çeteyan de şehîd bû şehîd ket.

Em di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn de sersaxiyê ji gelê xwe û malbatên şehîd Mutşer ElEhmed re dixwazin û serî li ber fedekariya şehîdên xwe yên bi rûmet ditewînin. Em teqez dikin ku em li ser rêya şehîdan dimeşin heta ku ewlehî û aramî li hemû herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîsoger bibin."

(bb)