​​​​​​​Çeteyên Feyleq El Şam welatiyek li Şêrawayê revand

Çeteyên ′Feyleq El Şam′ ên dewleta Tirk a dagirker, li navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê ya dagirkirî welatiyek revand.

​​​​​​​Çeteyên Feyleq El Şam welatiyek li Şêrawayê revand
25 sibat, 2023   12:43
ŞEHBA

Çavkaniyên ji Şêrawayê da zanî ku çeteyên ′Feyleq El Şam′ ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, li Şêrawayê welatiyê bi navê Rêber Osman (40) revandiye.

Çavkanî da zanîn ku çeteyan ew welatî bir girtîgeheke li gundê Îska û hîna çarenûsa wî ne diyar e.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên resen ên Efrîna dagirkirî sûcên qetilkirin, revandin û guhartina demografîk dewam dikin.

(fr)

ANHA