Li Idlibê serçeteyekî Huras El Dîn hate kuştin

Li Idlibê li nêzî sînorên Sûriye-Tirkiyeyê di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek de serçeteyekî Huras El Dîn hate kuştin.

Li Idlibê serçeteyekî Huras El Dîn hate kuştin
25 sibat, 2023   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) balafireke bêmirov a biçek a hêzên Koalîsyona Navneteweyî duh êvarê li ser rêya Qah Meşhed Rohîn a gundewarên Idlibê li nêzî sînorên Sûriye-Tirkiyeyê motorsîklêtek bombebaran kir. 

SOHR`ê destnîşan kir ku çeteyekî ne sûrî hate kuştin û yekî din jî birîndar bûye. Malperên din ên li herêma dagirkirî çalak in jî ragihand ku di hedefgirtinê de 2 kes hatine kuştin.

Li ser sosyal medyayê gelek hesaban îdia kir ku kesê yekemîn ozbekî û serçeteyekî Huras El Dîn e û yê din jî sûrî ye.

Tê destnîşankirin ku hêzên Koalîsyonê di Hezîrana borî de li Idlibê serçeteyekî Huras El Dîn ê bi navê Ebû Hemze El Yemenî dema li motorsîklêtê siwar bûbû, kir hedef û di encamê de hate kuştin.

Huras El Dîn şaxê El Qaîdeyê yê li Sûriyeyê ye û li Idlibê çalak e.

(şx)