Rojnameyên erebî cih da rojeva Sûriyeyê û têkiliyên Filistîn-Îsraîlê

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da axaftinên li ser firotina pergaleke nû ya parastinê ya Îranê bo Sûriyeyê û rewşa Filistînê.

Rojnameyên erebî cih da rojeva Sûriyeyê û têkiliyên Filistîn-Îsraîlê
25 sibat, 2023   07:53
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÎRAN MOŞEKÊN NÛ DIDE SÛRIYEYÊ’

Rojnameya Şerq El Ewsat der bare rewşa Sûriyeyê de wiha nivîsî: “Duh televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku tê çaverêkirin ku Îran moşekên ji erd bo hewa bide Sûriyeyê û diyar kir ku ev yek di çarçoeya xurtkirina pergala parastina hewayî ya Sûriyeyê ya li hember êrişên domdar ên hewayî yên Îsraîlê de pêk tê. Ajansa Reutersê jî li gorî medyaya Îranê ragihand pêwîstiya Sûriyeyê heye ku pergala xwe ya asîmanî ji nû ve ava bike û daxwaza bombeyan ji bo balafirên xwe yên şer bike.

Ev helwesta Îranê piştî çend rojan ji raporekê ku tê de tê gotin ku êrişa bi moşekan a li dijî Şamê roja yekşema borî pêk hatiye û Îsraîl wek berpirs hat nîşandan, li djiî civîna berpirsên Îranê ya ji bo pêşxistina balafirên bêmirov ên biçek û moşekên taybet bi hevalbendên Tehranê li Sûriyeyê, hat kirin.”

‘TÊKILIYÊN FILISTÎN-ÎSRAÎLÊ DÎSA DERDIKEVIN PÊŞ′

Rojnameya El Beyan der barê têkiliyên Filistîn-Îsraîlê de wiha nivîsand: "Çavkaniyên ji Filistîn û Îsraîlê eşkere kir ku ′têkiliyên veşartî′ di navbera dîwana serokatiyê ya Filistînê û serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu de pêk hatine û haya rêveberiya Amerîkayê jî jê heye.

Çavkaniyên Îsraîlê her wiha da zanîn ku Washingtonê roleke navbeynkar di navbera wan de lîstiye û sekreterê Komîteya Navendî ya Rêxistina Rizgariyê Hisên El Şêx bi rêya rêveberiya Amerîkayê nameyek ji nivîsgeha hikumeta Îsraîlê re şandiye. Di nameyê de tê gotin ku dê desthilata Filistînê karê bi hikumeta Netanyahu re dewam bike.

Li gorî çavdêran, tiştên ku çavkaniyên Filistînê-Îsraîlê îşaret pê kirine xwe dispêrin biryara rêveberiya Filistînê ya sekinandina li ser xwesteka wê ya lidarixistina civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo şermezarkirinê avakirina avahiyên mêtingeriyê û tenê daxuyanî werin dayîn, da ku derfeta pêşxistina rêgeha siyasî dewam bike û ewlehî û îstîqrara herêmê misoger bibin.

Rêveberiya Fîlistînê der barê agahiyênl Ii ser vegera têkiliyên bi Îsraîlê re tu daxuyanî nedan.

Li gel biryara rawestandina hevkariya ewlehiyê, filistînî pêkanîna têkiliyên veşartî yan neyekser bi Îsraîlê re red dikin û wek nankoriya di helwesta fermî de bi nav dikin. Her wiha daxwaz dikin ku rastiya tiştê heyî eşkere bikin û der barê têkiliyên li gel Îsraîlê de gel bê agahdarkirin.”

(fr/cx)