​​​​​​​Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkildarî êrişê daxuyanî da

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrişa bombeyî şermezar kir û piştrast kir ku di êrişê de endamekî Komîteya Aborî şehîd bû û 3 kes birîndar bûn.

​​​​​​​Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkildarî êrişê daxuyanî da
24 sibat, 2023   16:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkildarî êrişa bi erebeyeke bombebarkirî ya li Şêxmeqsûdê daxuyaniyek nivisîkî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişa ji aliyê komên girêdayî MÎTʹê ve hate kirin û di encamê de endamê Komîteya Aborî şehîd bû û 3 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

ʹʹDi serî de em sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdhejê û tevahî şehîdên êrişên dewleta Tirk a faşîst re dixwazin. Tevî erdhejê jî dewleta Tirk êrişên xwe bi rêya teqîn  balafirên bê mirov li dijî sivîlan û saziyên sivîl didomîne.

Tevî ambargoya giran a li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Meclisa Giştî û saziyên taxê, bi taybet Komîteya Aborî di saetên destpêkê de serfer bû û destek da mexdûrên erdhjê.

Îro jî endamê Komîteya Aborî heval Hemze Kobanê ji aliyê komên girêdayî MÎTʹê ve bi erebeyeke bombebarkirî hat hedefgirtin. Hemze Kobanê bi şev û bi roj bê westandin ji bo xizmeta şêniyan kar dikir û di mercên herî zehmet de pêwîstiyên wan peyda dikir.

Hevrê Hemze Kobanê tev li karwanên nemiran bû. 3 kesên din jî birîndar bûn. Rewşa birîndarekî giran e.

Em vî sûcê derexlaqî û dermirovî yê dewleta Tirk a faşîst şermezar dikin. Ev sûc di mercên zehmet ên erdhejê û ambargo de di kesayeta hevrê Hemze Kobanê de li dijî şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bû.

Em Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê soz didin şehîd Hemze ku em li li ser xeta wî bimeşin û li gorî wê berpirsyariyê bin."

ANHA