Li Îranê 3 Kurd hatin binçavkirin

Hêzên Îranê tevî biryara efûyê jî serdegirtina malan û binçavkirin didomin. Hêzên dewleta Îranê 3 welatiyên ji Rojhilatê Kurdistanê bin çav kirin.

Li Îranê 3 Kurd hatin binçavkirin
24 sibat, 2023   15:49
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî ku Rêberê Komara Îslamî ya dewleta Îranê Elî Xamneyî di serê mehê de biryara efûyê ji bo beşek xwepêşanderên girtî derxistibû jî, lê pêla serdegirtina malan û binçavkirina welatiyan ya ji aliyê hêzên Îranê ve didomin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê, di 22’ê Sibatê de li bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên dewleta Îranê 3 welatiyên bi navê Efşîn Resul, Mihemed Ferecî û Reza Mihemed Reza bin çav kirin û ber bi cihek nediyar ve birine.

Her wiha li gorî heman çavkaniyê welatiyên hatine girtin bêyî biryara dadgehê hatine girtin. Hate destnîşankirin ku Mihemed Ferecî beriya niha jî di 14’ê Çileyê de hatibû binçavkirin ku piştî mehekê bi kefaletê hatibû berdan.

Ji destpêka Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ heta niha ku 160 roj zêdetire berdewam dike, nêzîkî 20 hezar kes hatine girtin. Li ser gelek xwepêşanderan cezayên cur be cur bi taybet cezayên darvekirinê hatine sepandin ku heta niha 4 xwepêşander hatine darvekirin.