​​​​​​​Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Malbata rêber Abdullah Ocalan û malbata girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da.

​​​​​​​Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serî li dozgeriyê da
24 sibat, 2023   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Ocalan ê birayê rêber Abdullah Ocalan e û wasiyê wî Mazlûm Dînç, Alî Konar ê birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ê birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn a xwişka Veysî Aktaş, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Malbatan bi rêya dozgeriyê serî li Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê jî da.

Parêzer hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Lê daxwazên hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bê bersiv tê hiştin.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin.