Rojnameyên erebî: Êrişa li dijî Şamê civîneke Pasdarên Îranê kir hedef

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê, rewşa Iraqê û tevliheviya li bajarê Nablus ê Filistînê kir.

Rojnameyên erebî: Êrişa li dijî Şamê civîneke Pasdarên Îranê kir hedef
23 sibat, 2023   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DERBEYA ÎSRAÎLÊ YA LI DIJÎ ŞAMÊ CIVÎNEKE PASDARÊN ÎRANÊ KIR HEDEF’

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa Sûriyeyê de wiha nivîsî: “Agahî hene ku milîsên alîgirên Îranê ji nû ve li parêzgeha Dêrazorê ya rojhilatê Sûriyeyê xwe bi cih dikin. Di heman demê de, ajansa Reutersê roja çareşemê di raporeke xwe de eşkere ku êrişa bi moşekan a roja yekşemê li dijî Şamê pêk hatiye û Sûriyeyê Îsraîl wek berpirsê wê nîşan dabû, li djiî cihekî ku rayedarên Îranê lê civiyabûn, pêk hatiye. Hate gotin ku rayedarên Îranê ji bo pêşxistina balafirên keşfê yên biçek an moşekên taybet bi hevalbendên Tehranê li Sûriyeyê, kom bûbûn.

Reutersê li gorî çavkaniyekê nêzî hikumeta Şamê ragihand ku êriş li dijî komeke pisporên fenî yên çêkirina dronan bû. Di nav de sûrî û îranî hene. Di êrişê de tu pirsporekî îranî yê payebilind nehat kuştin. Çavkaniyê ji Reutersê re eşkere kir ku derbe li dijî navenda ku lê civiyabûn, her wiha şuqeyek li nêzî navendê bû. Di êrişê de endezeyarek sûriyeyî û rayedarek îranî hatin kuştin, lê ne payebilind bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) bi bîr xist ku di encama êrişa Îsraîlê de 15 kes hatin kuştin di nav de 9 sûrî hene. Ji wan 4 leşker û 3 efser in. SOHR`ê destnîşan kir ku moşekên Îsraîlê baregehên milîsên Îranê û Hizbullahê Lubnanê yên li devera di navbera Seyda Zeyneb û Diyebiye ya Şamê de kirin hedef. Di encamê de teqîn û şewat çêbû, dibistaneke Îranê yali Kefer Sûsê rûxiya û windahiyên çanî jî çêbûn.

Dazgehên çapemeniyên yên fermi yên Sûriyê di wê demê de, got Îsraîl piştî nîvê şeva yekşemê êrişên hewayî li dijî gelek deverên paytextê pêk aniye. Di encamê de 5 kes hatin kuştin û 15 kes birîndar bûn. Di nav de sivîl hene. Lê rayedarekî leşkerî yê îsraîlî, êriş ne piştrast kir û ne jî red kir.

Li aliyekî din çavkaniyên îstixbaratên rojavayê piştî êrişê ragihand ku cihê hatiye hedefgirtin, navendeke lojistîk a Pasdarên Îranê ye.”

‘IRAQ JI BO KÊMKIRINA GIRÊDAYÎBÛNA XWE YA BI DOLAR, SERÎ LI YUANÊ ÇÎNÊ DIDE’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El Ereb wiha nivisî: "Banka Navendî ya Iraqê plan dike ku di dan û standinên xwe yên bazirganiyê de bi Çînê re rasterast yuanê Çînê bi kar bîne. Ev cara yekemîn e ku Iraq vê gavê diavêje û nîşan dide ku dixwaze encamên girêdayîbûna xwe ya bi dolarê amerîkî sivik bike. Yanî dixwaze ji bandorên wê girêdayîbûnê yên siyasî û aborî li ser welêt xilas bibe.

Piştî vegera şandeyeke iraqî ji Washingtonê ev biryar hate dayîn. Armanc ji serdana şandeyê ew bû ku şande bi rayedarên amerîkî re bigihêjin lihevkirinan der barê kêmkirina qeydan de ku Banka Federal a Amerîkayê li ser veguhastina malî ya bi dolarê ya bankên iraqê ferz dike, ji bo ku rê li pêşiya qaçaxiya dolarê ber bi Îranê û dewletên din ve bigire ku cezayên amerîkî li ser hene, mîna Sûriyeyê.

Şêwirmendê serokê Wezareta Maliyeyê Mizher Salih da zanîn ku cara yekê ye ev yek pêk tê.

Ev nîşaneya herî nûjen e ku rola yuanê çînî li ser asta cîhanê, mezin dibe. Nexasim ku Çîn hewl dide sûkên xwe yên malî hêdî hêdî veke. Li rex wê jî gelek dewletan ji bo parastina îstiqrara dirava xwe di dan û standinên xwe yên malî de diravên biyanî yên cihereng bi kar tînin. Di nava wan de dewletên Kendavê jî hene.

Erebistana Siûdî jî, biryar da ku bi yuanê petrola bifiroşe Çînê. Misir û Îsraîlê jî heman gav avêtin ku li şûna dolarê amerîkî, yuanê çînî bi kar bînin.

Li gorî çavdêran Iraqê ji vê veguhertinê ne dûr e ji ber ku pergala siyasî ya desthilatê ya Bexdayê xwespartina dolarê, wisa dibîne ku dê nekare li hember fişarên amerîkî li ber xwe bide mîna ku di vê dawiyê de rû daye."

‘DI OPERASYONEKE ÎSRALÊ YA LI NEBLUSÊ DE 10 FILISTÎNÎ HATIN KUŞTIN’

Der barê rojeva Filistînê de rojnameya El Beyan wiha nivisî: "Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di operasyoneke Îsraîlê ya li Neblusê ya li bakurê Difa Xerbiye de 10 filistînî hatine kuştin. Artêşa Îsarîlê jî ragihand 3 kesên ku destê wan di êrişên li Difa Xerbiye de hebûne, hatine tunekirin.

Ajansa Filistînê ‘Wefa’ ragihand ku hêzên mezin ên artêşa Îsraîlê bi ser Kolana Şêx Muslim a li bajarokê kevn ê Neblusê de girt û di encamê de şer di navbera ciwanan û hêzên Îsraîlê de derket. Artêşa Îsarîlê bombeyên deng û gazê bi kar anîn. Di encamê de 10 kes hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn û 3 ji wan rojnamevan in.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di operasyona Îsarîlê de 10 filistînî hatine kuştin û derdora 100 kesên din birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku tu windahiyên canî di nava artêşa de çênebûne û hin cebilxane hatiye desteserkirin."

(şx)