Erdhejek bi pileya 6.8 li Tacikistanê çêbû

Li rojhilatê Tacikistanê serê sibehê erdhejek bi pileya 6.8 çêbû.

Erdhejek bi pileya 6.8 li Tacikistanê çêbû
23 sibat, 2023   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê ragihand ku îro erdhejek bi pileya 6.8 li rojhilatê Tacikistanê rû daye.

Erdhej derdora saet 05:37`an û bi kûrahiya 20.5 kîlometre bû.

Li gorî Navenda Çavdêriya Erdhejê ya Çînê, erdhej nêzî sînorên Herêma Xweser a Sînciangê ya bakurê rojavayê Çînê bû.

(şx)