Li sînorê Çîn-Tacîkistanê erd hejiya

Li gorî Navenda Tora Erdhejê ya Çînê (CENC), li sînorê Çîn-Tacîkistanê bi pileya 7.2 erdhej çêbûye.

Li sînorê Çîn-Tacîkistanê erd hejiya
23 sibat, 2023   06:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Tora Erdhejê ya Çînê (CENC) ragihand ku li nêzî sînorê Herêma Xweser a Sîncanê ya Uygurê ya li bakurê rojavayê Çînê û Çiyayê Herêma Xweser a Bedaxşanê ya li rojhilatê Tacîkistanê bi pileya 7.2 erdhejek çêbûye.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya DYE`ê (USGS) jî destnîşan kir ku bi pileya 6.8 erd hejiyaye û navenda wê jî wek 67 kîlometreyan rojavayê bajarê Murghob ê Tacîkistanê diyar kir.